Diyarname
Komîteya Kurdî ya Eurodramê ji bo tekstên şanoyê bangek kir û li benda serîlêdanan e. Yên bixwazin heta 27'ê adara 2022'yan dikarin berhemên xwe bişînin.
Şanoger û nivîskarên bixwazin tekstên şanoyê binivîsin û bişînin pêşbaziya Eurodrama rêyek e. Ev pêşbazî berê jî hatibû lidar xistin îsal careke din dest pê kir. Daxuyaniya Komîteya Kurdî ya Eurodramê bi vî rengî ye: "Endamên Komîteya Kurdî ya Eurodramê dê şanonameyên bi kurdî binirxînin ku di nava deh salên dawîn de hatibine nivîsîn, da ku hilbijartina sala 2022'yan diyar bike. Komîte dê lê bixebite ku sê şanonameyan hilbijêre."
Komîteya kurdî di bin kordînatoriya Mîrza Metîn de xebata xwe dimeşîne. Li gor daxuyaniyê Komîteya Kurdî ya Eurodramê dê bi tenê wan şanonameyên hatine hilbijartin di komcivîna Eurodramê ya Navneteweyî de ku her sal li welatekî cuda pêk tê, bide nasandin û pêşnîyarî komîteyên zimanên din, şanoyên bîyanî û weşangerên bîyanî bike da ku rê li ber wergerandin, sehnekirin û çapkirina şanonameyên kurdî vebe.
Li aliyê din şanonameyên ku ji bo wan bêne şandin dê wekî pirtûk çap bikin. Di encama xebata berê de bijarteya sala 2020'an jî wekî pirtûk divê bihata çapkirin lê ji ber hin pirsgirêkên teknîkî hê çap nekirine.
Ji bo serîlêdanê lînk:
-Forma serlêdanê ji bo şanonameyên Kurdî - Komîteya Kurdî ya Eurodramê