Cemil Oguz
Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan ku ji aliyê koma Documentaristê ve tê lidarxistin 14'ê mehê li Stenbolê û li Amedê dest pê dike û heta 18'ê mehê didome. Bernameya li Amedê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amede û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn li dar dikeve. Di festîvala ku îsal "Mafên sewalan" wekî mijara bingehîn eşkere kiriye, têde çend belgefîlmên bi kurdî jî hene.
BELGEFÎLMÊN LI SER SEWALAN
Festîvala ku îsal 14'emîn car li dar dikeve, îsal têde dor 50 belgefîlmî hene. Di çarçoveya "Mafên Sewalan" de belgefîlmê derhêner Andrea Arnold "Cow" (Çêlek, 2021) ku li Cannesê hatibû nîşandayîn jî heye.
Belgefîlmê Serge Avêdikian "Chienne d’histoire", belgefîlmê Andrea Luka Zimmerman "Taşkafa, Bir Sokak Hikâyesi", dîsa belgefîlmê Yunus Emre Yalçin "Anima" (2021) hin ji wan fîlmên vê mijarê ne.
BELGEFÎLMÊN LI SER LUBNAN Û FILISTÎNÊ
Di festîvalê de li ser Lubnan û Filistînê jî belgefîlm hene. Belgefîlmê bi navê "No Other Land" îsal li Berlînaleyê Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girtibû. Belgefîlmê derhêner Basel Adra, Hamdan Ballal, Yuval Abraham û Rachel Szor berê temaşevanan dike Şerîaya Rojava ku di bin destê Îsraîlê de ye.
Dîsa belgefîlmê "From Ground Zero: The Untold Stories" ku 22 kurtefîlman digire nava xwe heye. Ev belgefîlm di bin pêşengiya derhênerê filistînî Rashid Masharawi de li Gazeyê hatine kişandin,
Kamal Aljafari jî di belggefîlmê xwe "A Fidai Film" de xwe gihandiye beşek ji fotoğraf û arşîva fîlmên Navenda Lêkolînên Filistînê ya li Beyrûtê ku Îsraîlê dest danîbû ser.

FÎLMÊN KURDÎ
Di Festîvana Kîjan Mafên Mirovan? de wekî her sal îsal jî hin belgefîlmê derhênerên kurd hene. 6 belgefîlmên zimanê wan bi kurdî ye, em wan derdixin pêş.
Ji van derhêner Ozkan Kuçuk bi belgefîlmê xwe "Rojbaş" li festîvalê ye. Kuçuk berê xwe daye lîstikeke Teatra Jiyana yû ya NÇM'ê ku 25 sal berê bi navê Rojbaş wan lîstibû û ew lîstikvanên wê demê carek din anîne ba hev, hestên wan ên wê demê û niha raxistine ber çavan.
"Jinwar" belgefîlmekî Komîna Fîlman a Rojava ye ku temaşevanan dibe wê Jinwarê ku li wir jin dixebitin.
"GotûbeJîn"belgefîmê derhêner Nîmet Gatar e ku dema sînemaya gerok li Dêrsim, Amed û Wanê lidar xistiye pêre jî dest bi kişandinê kiriye û belgefîlmekî bi vî rengî derketiye holê
"Bavê Kûçikan" belgefîlmê Hayrettin Alan e, li Wanê hatiye kişandin. Belgefîlmê bêdiyalog li ser çîroka Şaban ê ku kûçikan xwedî dike dimeşe.
"Anîma" belgefîmê Yusuf Emre Yalçin e. Belgefîlmê bi tirkî û kirmanckî (zazakî) li hêrêmên cuda berê temaşevanan dide bawerî û çandên cuda.
Belgefîlmê "Îsmaîlê Me" jî belgefîlmê Fatin Kanat û Onder înce ye ku berê xwe dide civaknas Îsmaîl Beşîkçî.
CIHÊN LI STENBOLÊ
Li Stenbolê û Amedê li her du cihan jî festîval heta 18'ê mehê dê bidome û belgefîlm bê pere têne nîşandayîn. Belgefîlmên li Stenbolê li Beyogluyê dê li Navenda Çanda Fransiz, Aynali Geçit, Pera Muzesi û Postaneyê, li Kadikoy jî li Eksi On Altiyê bêne nîşandayîn.
CIHÊN LI AMEDÊ
Li Amedê jî belgefîm li Navenda Kongre ya ÇandAmedê têne nîşandayîn.
Ji bo bernameyê:
- Festîvala Kîjan Mafên Mirovan?
*
Vîdeoyek li ser meseleyê:
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
"3 Deqe ligel Cemil Oguz"



