Kurd jî beþdarî Konferansa Walticê dibin
Diyarname
Li Stockholma paytexta Swêdê bi beþdariya rewþenbîran konferanseke navneteweyî li dar dikeve. Di nav wan de rewþenbîrek kurd jî heye.
Konferans dê 30'ê vê mehê li dar bikeve, di 1 û 2'yê tîrmehê jî berdewam bike. Konferansa bi navê Waltic 08 dê li avahiya Folkethuseye li dar bikeve û ji gelek welatan dê rewþenbîr beþdar bibin. Yek ji beþdaran jî nivîskar û lêkolînerê kurd Zeynelabidîn Zinar e.
Ev cara pêþî ye ku konferanseke wiha navnetewî bi pêþkêþtiya Sendîqaya Nivîskarên Swêdî tê amadekirin. Armanca yekemîn a konferansê ew e ku nivîskar, werger, lêkolîner û helbestvanên dinyayê bi hev bide nasîn û li ser problemên ziman û vêjeyê raweste.
Zêdetir ji 30 welatên dinyayê, 1000 rewþebîrên xuyanî, ji bo alîkarî û piþtgiriya bipêþxistina zanîn û çareserkirina pirsgirêkên girîng ên ziman û çanda welatên cuda, dicivin û bêhtir dê li ser van sê xalan rawestin: "Xwendin û nivîsandin", "Têkiliya ziman û çandên cuda bi hev û du re", "Dijitalkirina zimên".
Her wiha di van sê rojên konferansê de hin semîner jî dê li ser pirsgirêkên ziman bêne lidarxistin. Kesên ku di konferansê de mafê axaftinê ji bo wan hatiye dayîn, 33 ne. Yek ji wan jî Zeynelabidîn Zinar e ku wê li ser zehmetiya di navbera alfabeya erebî û latînî de axaftinê bike.
Zimanê konferansê bi îngilîzî ye. Lê mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe jî bipeyive û tercûme jî, dê bi îngilîzî çêbibe. Li gor agahiyên ku tên dê nivîskarê kurd Zeynelabidîn Zinar di konferansê de bi kurdî biaxive.
Axaftina hemû axaftinvanê Konferansa Walticê, dê wergere 204 zimanên cuda û bi riya înternetê li dinyayê belav dibe.
Ji bo agahiyên berfireh: www.waltic.com