logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Îshak Tepe mir
  2. Festîvala Kurteçîrokan bi beşdariya 45 nivîskaran dest pê kir
  3. Bijî serê heshesok
  4. Fîlmê 'Filistîn 36' hat nîşandayîn
news-details

Angelopoulos, mij û kurd

“Yekem tişta ku Xwedê afirandiye rêwîtî ye.” Ev sehneya di fîlmê “Awira Ûlîs” de şîfreyeke mezin dide me ji bo têgihîşti

  • Dîrok: 30/04/2019
  • Beş: Serbest

Mistefa Dogan

“Yekem tişta ku Xwedê afirandiye rêwîtî ye.”

Ev sehneya di fîlmê “Awira Ûlîs” de şîfreyeke mezin dide me ji bo têgihîştina cîhana sînemaya Theodoros Angelopoulos.

Jiyana wî, bi xwe rêwîtiyeke dirêj e. Li Atînayê di sala 1945’an de dest pê dike. Kêfa wî ji hiqûqê re nayê û ji bo mekteba sînemayê bixwîne berê xwe dide Parîsê. Di tevliheviya siyasî ya Ewropayê de, ew û dostê wî Ken Loach dibin çepgirên “rind.” Gelek sal bi şûn de di roportajeke de wiha dibêje: Loach hê jî ji çepê bawer e. Yê min ez hê jî çepgir im lê baweriya min jê nemaye.” (1)

Heyama ewil a sînemaya Angelopoulos piranî li dor rewşa Ewropayê û texrîbata rihî ya li ser însanan e. Di sînemaya wî de pêvajoya tarîxî ya Ewropa û dinyayê, her tim bi awayên balkêş xwe nîşan didin. Li ser meseleyê di destpêka fîlmê “Mêrga Digirî” de komeke penaberên yewnanî yên ku ji ber tevliheviya Şoreşa Bolşevîkan a 1917’an koçber bûne, wisa dibêjin: “Ha me dît dûmanek rabû jor û bajarê me ji ber çavên me winda bû.” Her wiha dîsa di fîlmê “Awira Ûlîs” de, peykerê Stalîn bi keştiyê ji welatê balkanan tê barkirin ku ev jî nîşaneya têkçûyîna Sovyetan e.

Helbet gava qala sînematogafiya Angelopoulos bê kirin mirov divê qala “kêlî”yan bike. Ji bo derhênerekî din, ew qismên ku “divê di montajê de bên avêtin”, ji bo wî belkî bingeha fîlman e. Bi sekansên yekplanî, di fîlmên wî de gelek caran em resîtalên kêliyan dibînin ku mirov hîç aciz nakin.

Ji bo Angelopoulos yek ji hêmana din a muhîm jî “Mij” e. Di fîlmên wî de tu tişt bi temamî ne zelal in. Car caran rastiyên fîzîkî ji nişke ve vediguherin ser rêwîtiya hundirîn a lehengan. Wekî fîlmê “Bêdawîtî û rojek” ku li Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn girtibû. Sembola mijê bi awayekî manewî jî heta qirikê tê hîskirin. Jiyana wan zarokan ên li welatê balkanan ên ku siberoja wan nediyar, “kêlî bi kêlî” diherike.

Hemin ku gotin hat ser fîlmî, em wê muzîka bêhempa ya fîlmî deynim vir. Eleni Karaindrouyê çêkiriye.(2)

Wekî me got; di fîlmên Angelopoulos de tu tişt tu carî bi temamî ne zelal e. Exleb jî fîlmên wî yên heyama wî ya dawî. Gava em dêhna xwe didin, em dibînin ku ji fîlmê “Gava Leglegê ya Derengmayî” û pê ve rêwîtiya xwe “li ser sînoran” didomîne. Êdî ne tenê penaber û mihacirên Balkanan, koçberên welatê “dûr” jî dibin rêhevalê Angelopulos. Kurd, tirk û erebên di riyên penaberiyê de…

Ew her tim li ser sînoran e. Çi coxrafî çi rihî. Lê ji ber “mij”ê, mirov xetên wan sînoran tu carî nabîne. Sînorên welatan, sînorên mirin û jiyanê… Ew di roportajeke xwe de dibêje “Bêdawîtî û rojek” nîqaşek e li ser sînorê mirin û jiyanê” (3) 

Kurdên ku ew hevoka ewil a vê nivîsê baş dizanin, di fîlmên Angelopoulos de çend caran bi “hawar”ên xwe derdikevin pêş me. Di fîlmê “Awirê Ûlîs" de wexta ku leheng li bajarokê fîlmkêşên ewil ên yewnan digere, hin deng û zêmar olan olan didin. Gava ku mirov baş bala xwe bidê wê fêm bike ku kilama di wir de “Hesenê Mala Mûsa” ye ku jinek distrê. Ev ger, gereke xeyalî ye di mêjiyê qehremên de lê di nav wê geremolê de, bihîstina zêmareke kurmancî helbet têra xwe balkêş e. Wekî ronahiyeke ku di nav “mij”ê de biçirise û ji nişke ve dîsa winda bibe. Lê gelo ew jina ku dibêje kî ye? Qeydeke kevn e? An ji bo fîlm bi taybet3i hatiye vegotin.

Kurd herî zêde di fîlmê wî “Gava Leglegê ya Derengmayî” de, ji nav “mij”ê hinekî xuyatir dibin. Di wir de kurdek qala serpêhatiya xwe dike û diyar dike ku ew ji ber çekên kîmyewî yên rejîma BEAS reviyane û xwe spartina van deveran. Rûyê zilêm naxuye, tenê dengê wî yê kurdî tê guhê me. Dîsa di wî fîlmî de temaşevan ewilî dengê zêmareke kurdî dibihîzin, gava kamera diherike dibînin ku zilamekî li ser vîncek hatiye daliqandin û bi kindir hatiye fetisandin. Ji egala wî em fêm dikin ku mêrik kurd e û dîsa hawarên kurdî bilind dibin jor.

Lê gelo ev nasîn an jî nêzîkatiya kurdan ji ku tê. Em dizanin ku wekî gelek derhêneran, Angelopoulos jî heyranê Yılmaz Guney bû. Lê gelo têkiliyek an hevaltiyek di navbera wan de hebû? Haya me ji vê tune ye. Her wiha ew dengên ku tên guhên me bi kurmancî ne û ji devokên wan em têdigihên ku ew kurdên Bakur in. Gelo têkiliya wî û kîjan kurdên bakurî re hebû? Lê heta niha xisûsî li ser kurdan gotineke wî tune ye an jî kesî qet jê ev pirs nekiriye.

Bi hêviya ku rojekê em derfetê bibînin û karibin vê mijê hinekî belav bikin.

1- https://www.youtube.com/watch?v=VRWx8hrsu48

2- https://www.youtube.com/watch?v=qfG9AdaR8yY

3- http://gazetekarinca.com/2018/04/yonetmen-theo-angelopoulos-ile-sonsuzluk-ve-bir-gun-uzerine/

 


Parve Bike

Youtube Me

Li ber siya spîndarê

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 09 11 2025

Bijî serê heshesok

news
  • 07 11 2025

Stranbêjên kurd çima stranên gelêrî xirab dikin?

news
  • 26 10 2025

Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî

news
  • 21 10 2025

'Beybûnên Yasemînê' ya Ferhadê Mihemed

news
  • 20 10 2025

Li ser 'Dojeha veşartî'

news
  • 19 10 2025

603 kevirên çargoşe û obsesîfek

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Mijara Fûara Pirtûkan a Stenbolê 'Zarokatî Şahî ye!'

ad

Nûbihara 153'yan derket

ad

117 YTL ceza dan Îbrahîm Tatlises

ad

Ev jî çêbû: Bi qaçaxî helîkopter çêkirin!

ad

Kovareke nû: 'Doga' derket

ad

Serokên Konfederasyonê û Mebûsên DTP'ê dimeşin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Îshak Tepe mir

  • 09 11 2025
news

Festîvala Kurteçîrokan bi beşdariya 45 nivîskaran dest pê kir

  • 09 11 2025
news

Bijî serê heshesok

  • 09 11 2025
news

Fîlmê 'Filistîn 36' hat nîşandayîn

  • 08 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname