Diyarname
Beşîktaş ku Feyenoord têk biribû û derbasî Play-offê bûbû îro di pişkeyê de ji bo siûda wî reqîbeke xurt derket: Arsenal.
Beşîktaş û tîma îngilîz Arsenal wê maça yekemîn roja 19 an 20'ê vê mehê li Stenbolê, maça duyem rojên 26-27'ê mehê li Îngilistanê bilîzin. Tîma bi ser bikeve dê derbasî Komên Lîga Şampiyonan a UEFA'yê bibe. Tîma ku têk here jî dê derbasî Lîga UEFA'yê bibe.
Pişte li Nyona Swîsreyê çêbû. Ev tîm derketin hemberî hev:
BEŞİKTAŞ - Arsenal
Kopenhag - Bayer Leverkusen
Standard Liege - Zenit
Lille - Porto
Maribor - Celtic
Salzburg - Malmö
Aallborg - APOEL
Steaua Bükreş - Ludogorets
Bratislava - BATE Borisov
Athletic Bilbao - Napoli
Reqîbên Trabzon û Karabukê jî diyar bûn
Li aliyê din di Play-off a Lîga Ewropa ya UEFA'yê de jî pişke hatin kişandin. Ji tîmên Tirkiyeyê ji bo Trabzonê Rostov (tîmeke Rusyayê), ji bo Karabukê jî Saint-Etienne (tîmeke Fransayê) derket.
Kîjan tîm bi ser bikeve dê derbasî maçên Koman ên Lîga Ewropayê bibin.


