Diyarname
Ajansa Nûçeyan a Fransiz (AFP) li ser rewşa dawî ya Şengalê û gelê wir cih da gotinên rayedareki kurd. AFP'ê got ku PKK dike ku ji bo gelê Şengalê yê di bin êrîşa DAIŞ'ê de dike ku rêyeke veke ku ew gel bi selametî ji wir derkeve.
Berpirsê Herêma Duhoke yê YNK'ê Harem Kemal Axa ji bo AFP'ê axiviye û wisa gotiye: "PKK ji bo ewlehiya ew kesên ji cihên xwe hatine derxistin dixebite. Ev ne tişteke hêsan e, dibe ku çend rojan bimeşe."
Pencewînî: PKK û YPG’ê li hemberî cîhadîstan şer dikin
Her wiha AFP'ê di nûçeya bi serenavê “Kurdên Iraq, Sûriye û Tirkiye li hember cîhadîstan dest bi êrîşê kirin” de jî cih daye nirxandinên berpirsiyarê herêma Mûsilê yê YNK’ê Halo Pencewînî.
Pencewînî, diyar kiriye ku şervanên PKK û YPG’ê li Şengal û Rebîa şer dikin û pêşmerge jî hewl didin li herêmên bakur û rojava yên Mûsilê ewlekariyê pêş bixin. Pencewînî got ku Şervanên PKK’ê û yên rojavayê Kurdistanê li herêma Rebîa û Sîncar li dijî çeteyên DAIŞ dest bi êrîşê kirine û wiha axivî, “Li eniya me jî em bi Zumar û bakur û rojavayê Mûsilê re eleqedar dibin.”
Pencewînî got, “Şervanên PKK’ê gihiştin qada çiyayê Şengal û gel diparêzin.”