HALÎT ERMÎŞ
Bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Şengalê re, êrîşên li dijî gelê Kurd ên li Rojava destpê kirin derbasî qonaxeke nû bûn. DAIŞ a ku Şengal dagir kir dixwaze ji ser Telaferê korîdorekê veke û ji bo êrîşên xwe yên li dijî Rojava eniyeke nû ava bike.
Çeteyên DAIŞ'ê yên piştî bi destxistina Mûsilê li Kobanê û Hesekê dest bi êrîşan kirin, êrîşî Şengal a li nava sînorê Başûrê Kurdistanê ye, kirin. Piştî ku DAIŞ'ê êrîşî gundên Girzerik, Sibaşêxîdîr, Tilbenat, Tilkasab û Koço yên li başûrê Şengalê kir, gundiyan berê xwe dan çiyayê Şengalê. Çeteyên DAIŞ'ê ku duh ji saet 02'an û pê ve bi topên hawanê dest bi êrîşan kirin, ber destê sibê bi vekişîna pêşmergeyên PDK'ê yên ji herêmê re, ket nava gundan. Tê gotin ku çeteyên DAIŞ'ê ketine hemû cihên fermî yên li Şengalê û ala xwe lê çiqandine. Şengal a ku bi giranî Kurdên Êzidî lê dijîn, ji aliyê cografîk ve cihekî çawa ye? Çima DAIŞ'ê berê xwe da vê derê? Piştî ku Şengal ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, ji aliyê tevgerê ve wê avantajeke çawa bikeve destê DAIŞ'ê?
Şengal, di nava herêmên statuya xwe ne diyar de cih digire ku di çarçoveya xala 140. a Destûra Bingehîn a Iraqê de mijara nîqaşê ye. Bi giranî Kurdên Êzidî, Şîa, Misilmanên Ereb ên Sunnî û bi sedan Suryanî li gel hev dijîn. Tê texmînkirin nifûsa wê bi giştî 30 hezar e.
Şengal bi qasî 100 km dûrî Deriyê Sînor ê Til Koçer ê li Rojavayê Kurdistanê ye. Ev der di heman demê de qadeke navçeya Rebîa ye ku çeteyên DAIŞ'ê ev demeke dirêj e lê êrîşan dikin. Ev cih li başûrrojavayê Şengalê, hema bêje li ser sînorê Sûriyeyê ye. Li aliyê rojhilatê Şengalê jî bajarê Tirkmen Telafer ê ku piştî Mûsilê ket destê çeteyên DAIŞ'ê cih digire. Telafer ê li rojhilatê Şengalê, cihê êrîşa destpêkê ya çeteyên DAIŞ'ê li dijî Şengalê lê hatiye kirin e.
Ji aliyê cografîk ve herêmeke dûrî Kurdistana Federe ye. Bajarê Kurdistana Federe ya nêzî Şengalê Duhok e, ku ew jî 250 km dûr e. Şengal li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê ye, li başûrê Deşta Mûsilê ye. Têkiliya nahiyeyên Xanesor û Sinûnê yê bi giranî Kurdên Êzidî lê dijîn û gelek gundên Êzidî bi çiyayê Şengalê qut dibe. Ji ber vê yekê li hemberî êrîşên çeteyan ên li başûr rojavayê Şengalê, gelekî zehmet e ku Êzidiyên li bakur dest lê werdin.
Di rewşa heyî de piştî ku Tilafer a li rojhilat û Rebî ya li başûrrojava ket destê DAIŞ'ê, Şengal a li nava deştekê ye, bê parastin e. Ji xwe êrîşên li hemberî Şengalê bi giranî ji aliyê başûrrojava ve tê kirin. Piştî ku Pêşmergeyan Şengal terikandin, di navbera Kurdên Êzidî û çeteyên DAIŞ'ê de di şeva 3'ê Tebaxê saet di 02'an de şerê giran derket.
Eger çeteyên DAIŞ'ê bi temamî Şengalê dagir bike, wê ji Mûsilê heta Til Koçer sînorê bi qasî 400 km dirêj bi temamî bikeve destê DAIŞ'ê. Ev jî tê wê wateyê ku DAIŞ ji Mûsilê li ser xeta Tilaferê bi hêsanî çek, cebilxane û şervanên xwe derbasî Rojava bike û dest bi êrîşan bike.
ANHA