Li Kûpaya Cîhanê ya ku niha li Afrîkayê li dar dikeve de her kes ji vuvuzelayê aciz e. Jinek 29 salî ji vê zerar dît.
Vuvuzela wekî zirneya Afrîkaya Başûr e. Di her maçê de vuvuzela tê lêdan û ev yek kesên li hemberî ekranan li maçê temaşe dikin jî aciz in. Piştî çend maçên pêşî vuvuzela hate nîqaşkirin lê FIFA'yê ragihand ku vuvuzela enstrumaneke neteweyî ya Afrîkayê ye û ew nikare qedexe bikin. Lê rabûn vuvuzelayên ku hindik deng derdixin çêkirin û li temaşevanan belav kirin.
Digel vê yekê jî vuvuzelayê zirar da temaşvarek. Temaşevaneke bi navê Yvonne Mayer ya ji Afrîkaya Başûr dema diçû maçê pif kir vuvuzela û di gewreya xwe de êşek hîs kir. Êş her ku çû zêde bû, li ser vê Mayer çû cem dixtor. Dixtor got ku boriya nefesa wê zerar dîtiye. Mayer wisa got: "Dixtorê min got ku divê du rojan neaxive û tiştekî nexwe. Ez gelek êşê dikişînim."
Mayer xwest ku temaşevanên din jî haydar bin.