logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Hevserokê DBP'ê li ser bûyerên li Amed û Colemêrgê axivî

Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek ji bo pevçûna di navbera eşîrên li Colemêrgê pêk hat bi dawî bike hevdîtin kirin, da zanî

  • Dîrok: 26/07/2014
  • Beş: Nûçe

Colemêrg

Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek ji bo pevçûna di navbera eşîrên li Colemêrgê pêk hat bi dawî bike hevdîtin kirin, da zanîn armanca bûyerên li Colemêrg û Amedê pêk tên ev e ku pêşî li hewldanên zêdekirina qezencên kurdan û ketina pêvajoya siyasî bigirin. Yuksek got ku li dijî polîtîkayên qirêj divê yekîtiya civakî bê bidestxistin, di asta herî jor de bên cem hev. Li gor Yuksek ew di mijara gihandina perspektîfa neteweyî ya demokratîk de xebatê dimeşînin.

Piştî pevçûna di navbera eşîrên Colemêrgê de pêk hat şûnde, Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek bi heyetekê re bi aliyan û saziyên sivîl û fermî yên bajar re hate cem hev. Yuksek çavderiyên xwe ji ANF’ê re nirxand.

Yuksek bi lêv kir ku roja gihiştibûn bajar alozî di asta herî jor de bûye û got ku piştî bi salan şûnde pisgirêkeke bi vî rengî ku hemû kes kişandiye nava xwe hatiye jiyîn.

Yuksek di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku hewl dane hemû kesên ku di nava pirsgirêkê de yan ne di nav de re hevdîtinê bikin û got: “Roja em hatin hewayek pozîtîf çêbû. Piştî hat bihîstin heyeta me tê bajar, bûyer rawestiyan. Piştî xebatên me kirin bêdengî çêbû, aramiyek hat sazkiri. Me hevdîtinên xwe hema hema temam kirin. Hinek aliyên teknîkî man. Em hewl didin ku xwarineke mezin a aştiyê bidin. Em hewl didin malbatan li hev bînin.

ARMANCA ME EW E BINGEHEK BÊ AVAKIRIN

Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek da zanîn ji bo edaletê saz bikin xebatan dimeşînin û ji bo ji nû ve hinek pirsgirêk neyên jiyîn armanca me ew e em bingehen baş ava bikin. Yuksek bal kişand ser eşîran û got: “Pir zêde bi vê lîstine, texrîb kirine. Bi salan partiya me der barê veguhertina tevna sosyolojîk de xebat meşandin. Encamên diyarkirî jî derketine holê. Lê di demên dawî de dîsa di vê mijarê de sazbûna eşîran derdixin holê û em dibînin ku li ser wan siyasetê dikin û hewl didin bibin desthilatdar. Dewlet ji bo ku dîsa eşîran bike bin kontrola xwe, li dijî pêşengên eşîran nêzîkatiyek wisa nîşan didin. Em hinek encamên vê jî dijîn. Zemîneke cidî ya globalbûnê diafire. Em hewl didin ku li ser vê bixebitin. Me hewl da em vê ji holê rakin û yekîtiya civakî bi dest bixin, di mijara agihandina perspektîfa neteweyî ya demokratîk de xebatan bimeşînin. Em wisa difikirin ku ev polîtîkaya dewlet an jî hinek aliyan e. Di xebatên ku me li herêma kiriye de bi taybetî me xwest em balê bikişînin ser vê. Piştî Colemêrgê li Amedê jî bûyerên bi vî rengî pêk hatin. Ji ser avabûnên kontra yên wekî Hîzbullahê êrîş zêde bûn. Me xebat meşandin. Me ev şopand. Dehfdanên gelek cidî hene."

NAQOKÎ DERDIKEVIN HOLÊ

Yuksek bi lêv kir ku bi taybetî hewl tê dayîn pêşî li yekîtiya civakî û rêxistina gelê kurd bê girtin û got: “Bi geşedanên Rojhilata Navîn û pêvajoya çareseriya siyasî ya Tirkiyeyê re kurd yekîtiya civakî ya rêxistinê ava kirine û qezencên xwe zêde dike. Li dijî vê hewldanên wisa çêdibin. Polîtîkaya esas ev e. Mînak nakokiyên eşîrên Colemêrgê tê tevlihevkirin. Li Amedê jî kontrayên wekî Hîzbullahê bi ser welatiyan ve dibin. Li cihekî din nakokiyek din derdikeve holê. Em bang li gelê xwe dikin ku bibin xwedî helwest."

EV KÊMASIYA ME YE JÎ

Yuksek diyar kir ku li Colemêrgê bûyer xistine bin kontrolê û got: “Gelê me bi me bawer e. Dîsa hev û din hembêz kirin. Em ji bo vê bûn wesîle. Îhtîmaleke mezin dê xwarineke aştiyê ya mezin bê dayîn. Lê li vir naqede. Ji vir şûnde jî ji bo veguhestina tevna civakî û gihandina nirxên nû divê xebatên me bimeşin. Ev di çarçoveya xebat û berpirsyariya me de ye. Di vî alî de xebata me ya sereke ev e. Li bajar ji sedî 90 di alî siyasî de ligel me cih digirin û em di mijara civakîbûnê de pirsgirêkan dijîn. Xwerexnedayîna me divê ev be. Li Colemêrgê ger me ev çareser bikira dê wisa nebûya. Peywireke girîng dikeve ser milê ciwanên Kurd jî. Divê li dijî pirsgirêkên civakî bi hestiryartir bin.”

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

NA’ya 17’an derket

ad

Mondragonî navê xwe li nav dîroka dinyayê nivîsî!

ad

Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuştinên kiryar nediyar

ad

Kemal Burkay çi dibêje?!

ad

Xelata Feqî Huseyîn Sagniç dan Dîcle

ad

“Daristan”a Mihemed Ronahî şîn bû!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname