logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Li gelek navçe û bajaran îtîraz hat kirin (vaye lîste)

Li gelek navçe û bajaran hem BDP, hem AKP, MHP, CHP'ê îtîraza hilbijartinê kir. Li hin cihan ji nû ve deng hatin jimarti

  • Dîrok: 01/04/2014
  • Beş: 2014: Hilbijartina Herêmî

Diyarname

Li gelek navçe û bajaran hem BDP, hem AKP, MHP, CHP'ê îtîraza hilbijartinê kir. Li hin cihan ji nû ve deng hatin jimartin, li hin deran îtîraz hat redkirin. Bi kurdahî di hilbijartinên Tirkiyeyê de heta niha tu demê ew qas îtîraz û nerazîbûn nehatine dîtin.

Li hin navçeyên kurdan (wekî Serêkanî, Wêranşar, Bîrecîk) pevçûn derketin û xirecir didomin.

Yek ji xaleke balkêş cihên ku BDP'ê îtîrazê dike, îtîraza wê tê redkirin, lê dema partiyên din dikin tê qebûlkirin û deng careke din têne jimartin.

Vane hin navçe, bajarên ku îtîraz hatine kirin û hin encamên wan:

 

Serêkanî

Li Serêkanî AKP'ê bi dek û dolaban şaredarî bi dest xist. BDP'ê îtîraz kir lê nehat qebûlkirin. Gel serî hilda. Pevçûn û xirecir didome. Ji bilî van pevçûnan, ji aliyê legal ve BDP xwe amade dike ku roja 2'yê mehê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr bide.

Agirî

- Li Agirî BDP bi ser ket. AKP'ê îtîraz kir. 4 caran deng hatin jimartin. Di ya yekem de BDP 800 deng li pêş bû, ya duyem de daket 250, ya sêyem de BDP'ê bi 10 dengan şaredarî bi dest xist. Ev yek têra AKP'yiyan nekir, AKP'ê serî li YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) da.

Gewaş (Wan)

- Li Gewaşa di dema jimartina dengan de BDP li pêş bû, elektrîk hatin birîn, piştî elektrîk hatin vê carê gotin AKP'ê bi 7 dengan şaredarî bi dest xistiye. BDP'ê îtîraz kir lê îtîraza wan hat redkirin. Hat gotin ku dê BDP serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr bide.

Weranşar (Riha)

- Li Wêranşarê BDP bi ser ket. AKP'ê îtîraz kir, îtîraza wan hat qebûlkirin ^udi 200 sindoqan de dê careke din jimartin pêk bê.

Mebû BDP'ê İbrahim Ayhan got ku wan li Serêkaniyê îtîraz kirine lê îtîraza wan nehatiye qebûlkirin, li vê derê ya AKP'ê hatiye qebûlkirin.

Bîrecîk (Riha):

- Li Bîrecîkê hat gotin ku AKP'ê bi hîle hilbijartin bi dest xistiye. Li ser vê BDP'yiyan hin belge jî pêşkêşî Lijneya Hilbijartina Navçeyê kir lê daxwaza BDP'yiyan hat redkirin.

Îdir

- Li Îdirê BDP bi ferqek 547 dengî bi ser ket. Li ser vê yekê MHP (bû partiya duyem), CHP û DP'ê îtîraz kir.

Ercîş (Wan)

- Li Ercîşê BDP'ê bi 34 hezar û 609 dengî şaredarî bi dest xist. BDP'ê 4 hezar deng ji AKP'ê zêdetir girtibû. AKP'ê îtîraz kir, lê hê bersivek nehatiye dayîn.

Mehsertê (Mêrdîn)

- Li Mehserta Mêrdinê piştî serketina BDP'ê, AKP'yiyan serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê da û îtîraz kir lê ev îtîraz hat redkirin.

Hezo

- Li Hezoya Batmanê pisûlayên dengan yên qetandî û şewitandî derketin holê. Li ser vê BDP'ê îtîraz kir lê îtîraza wê nehat qebûlkirin.

Taşliçay

- Li Taşliçaya Agirî jî BDP'ê îtîraz kir lê îtîraza BDP'ê nehat qebûlkirin.

Li Xelatê deng dîsa têne jimartin

- Li Xelata Bedlîsê li ser daxwaz û îtîraza BDP'ê dengan dîsa dijmêrin Lê Midûrê berpirs ê hilbijartinê muşahit negirtin hundir û ew tenê dengan dijmêre.Midûrî parêzer jî negirtin hundir û ew bi tena serê xwe dengan dijmêre.

Hat gotin ku BDP'ê bi 103 dengên zêdetir şaredarî bi dest xistibû lê li ser mudexeleya AKP'ê, AKP'ê bi 237 dengan şaredarî girt.

 

Akdenîz

- Li Akdenîza Mêrsînê BDP'ê bi ser ket. Li ser vê yekê CHP'ê îtîraz kir. Li ser vê yekê gel li ber avahiya Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê kom bû. Bi sedan welatiyên ku piştî nîvro hatin ber avahiya BDP'ê nobeta xwe didomînin.

 

Norşin

- Li Norşîna Bedlîsê BDP'ê ebi 32 dengên zêdetir şaredarî bi dest xist, lê AKP'yiyan sindoqa li gundê Mişkan sedem nîşan dan û îtîraz kirin. Deng careke din hatin hilbijantin û BDP careke din bi ser ket lê vê carê dengên xwe zêdetir kirin. 

Stenbol

- Li Stenbolê berendamê CHP'ê xwest deng careke din bêne jimartin. Mustafa Sarigul xwest li hemû navçeyan deng dîsa bêne jimartin.

Enqere

- Li Enqereyê şerê di navbera berendamên CHP û AKP'ê de didome. CHP dixwaze li hin sindoqan careke din deng bêne jimartin.

 

Yalova

- Li bajarê Yalovayê CHP û AKP'ê bi hev re îtîraz kir. YSK'ê îtîraz qebûl kir û li 124 sindoq ji nû ve bêne jimartin. 

Demîrtaş: Divê hikûmet zextên xwe bi rawestîne

Li ser rewşê, nerazîbûn û bûyeran Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş  daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wê li hemberî hewildanên ku dixwazin serkeftina wan ji destê wan derbixin bêdeng nemînin. Demîrtaş banga yên ku hewl didin bi sextekarî û lîstokên qirêj encam bigirin, bila kêliyek zûtir dest ji van helwesta xwe berdin. Demirtaş wisa got: “Gelê me xwedîderketina ku li hemberî îradeya xwe nîşan kiriye pir rawe û hêjayî destxweşiyê ye. Divê êrîşên hikumetê yên ku li hemberî lêgerîna gel a ji bo mafê xwe kêliyek pêş a din werin bi rawestandin. Li cihên ku partiya me lê serkeftin bi destxistiye û li hemberî îtîraz hatiye kirin, divê gelê me heya ku encama dawî negire bêdeng nemîne, heya ku pêwîst bike divê li cihê hejmar lê were kirin razên. Li hemû cihan bi girseyî û seknekî bi biryar, divê xwedî li gelên me yên li cihên berxwedanê dikin derbikevin û bi tenê neyên hiştin." 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
2014: Hilbijartina Herêmî - Nivîsên Dawî
news
  • 21 01 2024

Berendamên Mêrdinê hatin eşkere kirin

news
  • 01 06 2014

Li Agirî û Norşînê dengdana di bin zexta polîsan

news
  • 01 06 2014

BDP'ê Norşîn bi dest xist (Hat nûkirin)

news
  • 01 06 2014

Piştî jimartina dengan li Norşînê dîsa elektrîk hatin birîn!

news
  • 01 06 2014

Saet: 21.00: Li Agirî BDP bi ser ket

news
  • 06 05 2014

YSK'ê encamên teqez ên hilbijartinê eşkere kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Êşa Zimanekî' derdikeve tûrneya Ewropayê

ad

Encama Civîna Koma Hewldanê ya Jinên Kurd hate aşkerakirin

ad

Li Bakur û Rojava Newroz hat pîrozkirin

ad

Li dinyayê ceribandinek nû: Ji 56 hezar wêneyan fîlmekî çêkirin

ad

Sînorê Rojava û Tirkiyeyê

ad

Ji Weşanên Avesta “Di navbera derî û dil de” derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname