Diyarname
Şaredariya Erdîşa Wan'ê navê Celadet Elî Bedirxan li qada navendî ya navçeyê kir ku berê navê Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan lêbû.
Endamên Meclisa Şaredariya Erdîşa Wanê ku şaredarî di dest BDP'ê de ye biryar girtin ku navê Bulvara Recep Tayyip Erdogan a li destpêka avahiyên TOKÎ biguherîne û navê mîrê kurdî Celadet Elî Bedirxan li bûlvanê bike. Şaredarî ev biryara xwe îro anî cih û tabela daliqandin.
Hevserokên Şaredariya Erdîşê Abdurrahman Çagan û Dîba Keskîn ligel Serokê BDP'ya Navçeyê Ahmet Akmaz û hin endamên partiyê, endamên meclisa şaredariyê tabela daliqandin.