AMÛDÊ
Meclîisa Zagonsaz a Herêma Xweser a Cizîrê 19'ê mehê civîna xwe ya 14’emîn li dar xist. Di civînê de ji bo pêşniyarên namzetiyê ya berendamên Hevserokatiyê ya Herêma Cizîrê biryar hat girtin. Kesên bixwazin bibin berendam divê heta 10 rojan serîlêdana xwe bikin.
Di cîna ku li navenda wan a li Amûdê li dar ket de, ji bo 6 mehan carekê serokê hikumeta demî bê hilbijartin gav hatin avêtin. Piştî nîqaşên di civînê de derî li berendaman hate vekirin.
Li gor daxuyaniya Beşa Ragihandinê Çapemeniyê ya Meclisa Zagonsaz heta 10 rojan yên bixwazin bibin berendam divê serî li Zagona Bingehîn a li Qamişloyê bidin.
Li gor Peymana Civakî ya Herêma Xweser a Rojava kesên bibin berendam divê ev xisusiyet bi wan re hebin:
- Divê temenê berendam bi ser 35'an re be
- Divê ji Sûriyê be û li Kontona Cizîrê jiyan bike.
- Divê bi tu tewambariyeke kirêz nehatibe darizandin.


