Amed
Nivîskarê îrlandî yê navdar vê carê dibe mêvanê Amedê lê bi pêşangeheke.
Pêşangeha ku bi navê "Samuel Beckett" dê bê vekirin, têde dê ji jiyana Beckett mînakan pêşkêş bike.
Pêşangeh bi hevkariya Odeya Ticaret û Sanayî ya Amedê, Buroya Agahiya Yekîtiya Ewropayê, Delegasyona Tirkiyeyê ya Komîsyona Ewropayê û Balyozxaneya Îrlandayê ve tê amadekirin û pêşangeh dê 29'ê mehê li Amedê vebe.
Di pêşangehê de ji jiyana fikirnasê navdar ê sedsala 20'an Becket wêne û nivîs dê hebin.
Becket ku di sala 1969'an de Xelata Nobelê gritibû di nav berhemên wî yên navdar de "Li bendemayîna Godot", "Watt", "Rojên bi dilşadî" û "Molloy" hene.
Pêşangeh dê li Salona Konferansê ya DTSO'yê di çarçoveya çalakiyên "2008, Diyaloga nav çandan a Ewropayê" de bê pêkanîn.
Ji ANF'ê hatiye girtin


