MAXIME DEMÎRALP - BRUKSEL
Roj Tv ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de amûrekî pir girîng e, aliyê rojnamevan, akademîsyen, nivîskar, parlementer jî di dav de ji aliyê 150 kesayetan ve wek bernedamê Xelata Nobel ya Aşitiyê hat nîşandan.
Roj Tv ya sala 2004 hatiye avakirin, bi hewldanên Tirkiyeyê li rastî zextên gelek dewletên Rojava hat, wek berendama Xelata Aşitiyê ya Nobelê hat nîşandan. Di encama hewldana komîteya serlêdana ya di bin rêveberiya Şaredarê berê yê Kopenhangê Villo Sigurdson de Roj Tv wek berendam hat nîşandan û ji Ewrûpe, Afrîka, Kurdistan û Tirkiyeyê nêzî 150 kesayet piştgirî dan kampanyayê. Di nava hewldanê de Mehmet Askoy û Mirrîam Moazzeni jî hene. Di nava kesên ji bo berendamtiya Roj Tv îmze dane de; hemû parlementerên BDP’ê, ji Afrîkayê Wexfa Desmond Tutu û 24 parlementer û akademîsyen, 6 parlementerên desthilatî û muxalefeta Swîsreyê û profesorê dîrokê David Gant hene.
Herwiha ji Elmanyayê 30 parlementer û akademisyen, ji Danîmarka Prof. Tue Magnuessen, keşe Leîf Bork Hansen û damezrênerê Navenda Rehabilitasyon Bjk. Inge Genefke jî di nava kesên ji bo Roj Tv îmze dane de ne. Ji Başûrê Kurdistanê jî Serokê Yekitiya Nivîskaran Ebdurehman Ferhadî, ji Akademiya Kurd prof. Nûrî Telebanî, profesorê dîrokê Cebar Qadir û porfesor Kemal Mezhar Ehmed jî îzme dane.
JI BO ÇARESERIYÊ ENSTRUMENEK GIRÎNG E
Di serlêdanê de tê destnîşankirin ku Roj Tv ji bo pevçûnên li herçar parçeyên Kurdistanê “enstrumenek” girîng a çareseriyê ye, û tê bibîrxistin ku welatê Kurdan piştî Cenga Cîhanê ya Yekem li 4 parçeyan hatiye dabeşkirin.
Di serlêdanê de wiha tê gotin; “ Ji wê dîrokê (1918) û vir ve Kurd li van welatan bi awayê kêmenetew dijîn” û balê dikişînin ku mafên Kurdan ên sereke, azadiya raman, çand, mafên wan ên siyasî û demokratîk bi zextan re rûbirû ne. Balê dikişîne li ser vê yekê; “Nêzî zêdetirê 30 milyon Kurd ên ku nikarin li welatê xwe bi çand û nasnameya xwe bijîn hene. Vê yekê jî rê li ber şerên dijwar ên di navbera Kurd û wan dewletan de vekir.”
BI HEMÛ ZIMANÊN ROJHILATA NAVÎN WEŞANÊ DIKE
Di serlêdanê de balê dikişînin ser rolê Roj Tv yê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha dibêje; “Televîzyona Kurd ya li ser dûvelangê (satalaytl) weşanê dike, ji bo peydakirina çareseriya ji bo bidawîkirina şer û pevçûnan rolek girîng dilîze.
Di serlêdanê de tê gotin ku Roj Tv dikare bi riya dûvlangê xwe bigihîne Rojhilata Navîn, Afrîka, Ewrûpe û bi riya înternetê jî dikare xwe bigihîne hemû cîhanê, armanca kanalê ya sereke ew e ku derbarê jiyana Rojhilata Navîn de agahdarî bide.
Herwiha di serlêdanê de tê diyarkirin ku Roj Tv cih dide nûçe, nêrînên siyasî, destpêkê mafê jinan, mijarên çandî û civakî, herwiha ji bo xwe bigihîne hemû mirovên Rojhilata Navîn bi hemû zimanên Rojhilata Navîn weşanê dike.
JI BO ÇARESERIYA AŞITIYANE DIVÊ XELAT JI BO ROJ TV BÊ DAYÎN
Di serlêdanê de tê destnîşankirin ku amûrên eletornîk ên wek Roj Tv ji bo derbarê tiştên li cîhanê diqewimin agahî bidin û bidin nasîn de û ji bo têgihandina bûyerên navnetewî ‘xwedî rolekî jiyanî ne’ û wiha tê gotin; “Ji ber vê jî amûrên çapemeniyê yên wek Roj Tv dikarin ji bo pêşîlêgirtina şer û pevçûnan xwedî rolek girîng bin. Ji ber wê jî girîng e ku ROJ TV wek berendama Xelata Aşitî ya Nobelê bê nîşandan.”
Ji ANF'ê hatiye girtin