Diyarname
Di 25 saliya Enfalê de bûyera Enfalê bû lîstikeke şanoyê. Bûbê Eser bi navê "Dîroka Rûreş" lîstik nivîsî û pirtûk ji Sarayê derket.
Enfal dîrokeke xemgîn e di nav dîroka kurdan de. Hovîtiya neyarên kurdan e. Êşa dayikan e. Heta niha hin tişt li ser Enfalê hatin nivîsîn lê wekî şano nehatibû nivîsîn. Niha nivîskar Bûbê Eser mijara Enfalê wekî lîstikeke şanoyê nivîsî û wekî pirtûk ji Weşanên Sarayê mi Swêdê deket.
Nivîskar Bûbê Eser ji bo lêkolîna li ser mijarê demeke dirêj li Başûr derbas kir, ew çavdêrî, dîtin û hevdîtinên xwe di mijareke şanoyê de raxist ber çavên xwendevanan. Her wiha Eser li ser romaneke ku ew jî li ser Enfalê ye jî xebata xwe didomîne.
Bûyera Enfalê di 31'ê tîrmeha 1983'yan de dest pê kir û heta bûyera Helebçeyê dom kir. Di vê bûyerê de bi sedhezaran kurd hatin windakirin û kuştin.
Kesên bixwazin şanoyê bi dest bixin dikarin ji Weşanxaneya Sarayê bixwazin: sara bokförlag, info@saradistribution.com


