logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Fransizan bo îngilîzan çîrokên La Fontaine xwendin

  • Dîrok: 10/12/2022
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2022

Cemil Oguz

Nivîskar Jean de La Fontaine helbestvan û nivîskarekî fransiz e. Bi fablên ku nivîsandine tê nasîn. Fablan her kes dixwîne. Lê bi taybetî ew ji bo zarokan têne xwendin. Gelek dê û bav fablan dixwînin û bi wan zarokên xwe dikin xewê. Di kurdî de jî gelek fablên gelêrî hene lê niha meseleya me ne kurdî, fablên La Fontaine ne. Erê îşev fransizan ev fablên La Fontaine ji bo lîstikvanên îngilîz xwendin û ew kirin xewê. Paşê? Paşê bi 2 golan derbasî nîv fînalê bûn, îngilîz jî vegerandin mal.

Helbet tu eleqeya fûtbolê û fablan nîn e. Belkî jî heye. Ma tune be em çima qal dikin? Erê heye. Û di nav wêjeya Fransiz de cihek muhîm digire. Îşev di maça Fransa û Îngilistanê de, wan fablan li nava sehayê xwe nîşan da. Her ku îngilîz in, helbest xwestin Soneyên Shakespeare ji bo fransizan bixwînin, carinan jê paragraf xwendin jî, lê Herry Kane ku cara pêşî deqîqe 54’an de, di penaltiya yekemîn de ev sone xweş xwendin, lê di penaltiya diduyan, deqîqe 84’an de ziman lal bû, hevokên wî tevlihev bûn, nekarî soneyan bixwîne loma jî fûtbolhezan pirtûk ji dest wî girtin û ji fransiyan re gotin “Hûn di nîv fînalê de jî ji bo me bixwînin.”

Mirov çawa qala maça fûtbolê dike? Ma wisa mirov qal dike? Nizanim. Belkî cureyek din muhîmtir e, lê ceribandin jî ne tiştek baş e? Erê maçeke xweş bû. Her du alî sor bûbûn, her du aliyan jî dixwestin bi ser bikevin, bi taybetî jî îngilîzên ku zûde ye ev kûpa nebirine mala xwe. Lê li hemberî wan Fransaya ku hê 4 sal berê ev kûpa biribû mal û dixwestin carek din jî bibe.

Îstatîstîk alî Fransa bûn

Berî maç dest pê bike îstatîstîkan Fransa nîşan didan. Di 8 maçên van her du tîman bi hev re lîstine de Fransa 5 caran, Îngilistan carek bi ser ketibû, 2 wekhevî hebûn. Îngilistan di 8 Kûpayê Cîhanê yên dawî de 6 caran li hemberî tîmeke ewropî têk çûbûn. Her ku Fransa ye, di 10 maçên ku ligel tîmên Ewropayê lîstibûn de di 8’an de bi ser ketibûn.

Erê tîmeke serketî yê Îngilistanê hebû, lîstikvanên navdar, ji Kane heta Foden, Saka û yên din, lê li aliyê din Giroud, Griezmann, Mbappe, Dembele bigire heta yên din kadroyeke serketî hebû. Û ligel van efsaneyê fûtbola fransiz Deschamps ê ku niha teknîk dîrektor e.

Leza gogê derket 108'an 

Fransizan di deqîqeya 17’an de dest pê kir fabl bo îngilîzan xwendin. Lîstikvan Aurelien Tchouameni wisa lê da, leza gogê derket kîlometreyê de 108’an. Bi vê lezê dê qelevanên îngilîz çi bikira? Tu tişt. Erê, îngilîzan di deqîqeya 54’an de ji penaltiyê bi Kane bersiv dan, lê deqîqeya 78’an de Griezmann wisa xweşik gog bilind kir pêş kelehê, ger Olivier Giroud ev îkram qebûl nekira û bi paş ve bişanda dê bihata ricimkirin. Û encam bû 2-1. Jixwe hewce nake em carek din qala penaltiya Kane bikin ku gog bi ser kelehê, bi ser temaşevanan re avêt derveyî sehayê ku ew gog hê jî nayê dîtin ku bi ku de çû. Bi vê encamê Fransa bû 7 caran ku derdikeve nîv fînalê. Di nîv fînalê de Fransa bû reqîbê Fasê. Maç vê çarşemê dê bê lîstin.

Notek bo Kane

Lîstikvanê îngilîz Harry Kane bi gola ku avêt bû 53 gol bi formaya tîma neteweyî diavêje û di vî warî de bû şirîkê Wayne Rooney ku rekor di destê wî de bû. Kane di maçeke din de golek jî biavêje dê rekorê jê bigire.

Niha dê çawa be?

Bersiva niha dê çawa be ev e: Arjantîn û Hirvatistan, Fransa û Fas dê bi hev re maçên nîv fînalê bilîzin. Wekî notek em texmîna xwe lê bikin, Fransa dê derkeve fînalê. Di maça din de her du tîm di asta hev de ne, hirvat dê zorê bidinê, lê texmîna min ew e dê Arjantîn derkeve fînalê. Yanê, fînala Arjantîn û Fransa li pêş me ye. Her du tîmên têk herin ji bo sêyemînî dê bilîzin. 

 

*

 

Rûpela Taybet, hemû nûçe:

- Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar, Rûpela Taybet      

 

Maça din a îro:

- Fas û Walid Regragui ketin nava dîrokê

 

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Kûpaya Cîhanê 2022 - Nivîsên Dawî
news
  • 18 12 2022

Û fînal: Arjantîn an Fransa?

news
  • 18 12 2022

Messi û Arjantîn gihîştin mirazên xwe

news
  • 18 12 2022

Îşev hin nîqaş bi dawî bûn

news
  • 18 12 2022

Bi fotoyan fînala KÛPAYA CÎHANÊ 2022

news
  • 17 12 2022

Maça sêyemînî: Hirvatistan an Fas dê madalyayê bigire?

news
  • 17 12 2022

Sêyemînê dinyayê Hirvatistan e

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Kulîlkên li ser xaliya Cannesê

ad

Stenbol bû Paytexta Çandê ya Ewropayê yê 2010'an

ad

Artêşa Sûriyê gundê kurdan da ber bombeyan

ad

Welat Dilken '41+1'ê îmze dike

ad

Fîlmên vê mehê yên Festîvala Stenbolê li benda temaşevanan in

ad

Rewşenbîr: Em naxwazin bi vê şermê bijîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname