Diyarname
12'yemîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê êvara 20'ê mehê bi şahiyek bi dawî bû. Di şahiyê de xelat jî hatin belavkirin. Belgefîlmê bi kurdî "Her Mal Dibistanek" xelat girt.
Documentarist her sal ligel nîşandayîna belgefîlman, ji nav van belgefîlman derhênerê ku belgefîlmê yekem an duyem kişandiye digire nava pêşbaziyê û bi Xelata Jîrekiya Nû ya Johan Van Der Keuken xelat dike. Îsal ev xelat dan belgefîlmê derhêner Ardîn Dîren ê bi navê "Her Mal Dibistanek".
Di nav juriyê de Pinar Selek, Emine Yildirim, Huseyin Karabey, Liliana Dulce Marinho de Sousa û Taylan Mintaş hebûn. Her wiha juriyê belgefîlmê derhêner Burcu Esenç û Cantekîn Cantez ê bi navê "Bir Ruya Gordum Anlatsam da Anlamazsin" hêjayî xelata taybet a juriyê dît.
Derhêner Ardîn Dîren di belgefîlmê xwe de li ser pêvajoya dibistanên bi kurdî ên li Amedê hatibûn vekirin û ji aliyê dewletê ve hatin girtin sekiniye.
Xelata Fipresci
Di beşa navneteweyî de jî juriya FIPRESCI ji Anita Piotrowska (Polonya), Aleksandra Enberg (Swêd) û Seray Genç (Tirkiye) pêk dihat xelat dan fîlmê derhêner Hêlîn Çelik û Martin Klingenbock ê bi navê "What the Wind Took Away". Ev belgefîlm li ser jinên êzîdî hatiye kişandin.
12'emîn Documentarist îsal di navbera 15-20'ê mehê de li dar ket. Di çarçoveya documentarist de bi dehan belgefîlmên ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê hatin nîşandayîn, her wiha dersên sînemayê û atolye jî hatin lidarxistin. Derhênerê navdar ê îngilîz Sean McAllister wekî mêvanê rûmetê li Stenbolê bû, hem 5 belgefîlmên wî hatin nÎşandayîn û hem jî wî derseke sînemayê da belgefîlmkaran.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- 'Her mal dibistanek' e
- 8 belgefîlmên derhênerên kurd têne nîşandayîn
- Documentarist amade ye
- Belgefîlmkarê îngilîz Sean McAllister tê
- Serîlêdanên ji bo atolyeya 'Anîma-Doc' dest pê kir
- Documentarist li benda belgefîlmên we ye
**
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455
WhatsApp: 0533 474 2551


