Diyarname
Fîzîkzanê navdar Albert Einstein tam di meha kewçêra 1921'ê de ji bo Elisabetta Piccini wisa dinivîse: "Ji bo mirova zanistê ku du rojan ez li ber lingên wê rûniştim û razam diyariyeke dostane"... Ev nameya Einstein niha si 6 hezar û 100 dolarî hat firotin.
Einstein wê çaxê diçe Floransayê ku xwişka wî li wir dijî û xwendekareke kimyayê Elisabetta Piccini qata ser rûdinê. Einstein dixwaze ligel vê xwendekara 22 salî hevnasîna wan çêbe lê keçik ji ber şermê naçe ber û hevnasîn çênabe. Einstein vê nameyê wekî diyarî dihêle. Gotina "Li ber lingên wê rûniştin" di almanê di tê wateya hezkirina ji yekê.
Vê sêşemê li Qudsê mezatek li dar ket û ev nameya Einstein jî hat firotin.
Her wiha "Pêngava 3'yemîn a Teoriya Îzafetê" ya Einstein ku bi destxetê nivîsî bû jî hat firotin. Kesek ew bi 103 hezar dolarî kirî. Her wiha ligel van hin nameyên din ên Einstein jî hatin firotin.