Reþê Þevê û Destar Teatre
Ferhad Girêþêran
Zilm û zordariya li ser jinê li rojhilat êþeke giran e. Her çiqas ku mirovahî bi pêþ de dihere û cîhan diguhere jî jin hîna jî bindestiya xwe neþkenandiye. Li rojava piþtî têkoþîneke demdirêj jinan azadiya xwe bi dest xistin û di her warê jiyanê de cihê xwe girtin. Li welatê me jî û li Tirkiyeyê jî jin rastî gelek neheqiyan tên. Ji bo “namûs”ê têne kuþtin. Di hinduran de dîl têne girtin. Ji hezkiriyên xwe tên bidûrxistin û bi kalên heftê salî re têne zewicandin. Ji bav, bira û mêrên xwe lêdanê dixwin.Di nava civakê de nikarin rihet tevbigerin û di warê xwendin û xwe bi pêþde xistinê de jî têne asteng kirin.
Cihê pirsgirêk lê hebin teqez ewê huner jî lê hebe. Huner ji ber pirsgirêkan ferz dibe. Û huner ew pirsgirêkana li nava çavên mirov dixe. Ji ber ku li cem me jî pirsgirêk pirin diviyabû huner li cem me weke bizrê kulî pir bûya. Lê dema em pirsgirêkan û asta hunerê didin ber hev ev teza me derew derdikeve. Hilbet gelek sedemên vê yekê hene. Em dikarin bêjin ku ji ber zilm û zordariya li ser serê me em nikarîbûn rihet tevbigeriyana û hwd. Lê di van demên dawî de her çiqas ku zarokên çarde salî ji ber ku Kurdin têne kuþtin jî zilm û zordarî piþtî tekoþîna bi salan mecbûr ma sist bibe û divê ji niha û þûnde em Kurd bi hunera xwe karibin pirsgirêkên xwe bi riya hunerê li nava çavên civakê bixin.
Destar teatre, îsal lîstika Reþê Þevê ku Berfin Zenderlioglu û Mîrza Metin pevre nivîsandine bi derhêneriya Mîrza Metin pêþkêþî þanohezan dike. Min jî di 23yê kewçêrê de li ser dika Su Gösteri Sanatlarý li lîstika wan temaþe kir. Lîstikê ji bo pêþeroja þanoya Kurdî hêviyên min geþ kir. Temaþevanan hêwan tije kiribûn û li hêwanê cihek vala jî nemabû. Ev jî nîþanî me dide ku dema xebatek profesyonel û reklamek baþ çêbibe ji bo þanoyê hertim temaþevan hene. Dekorên lîstikê Metin Çelik amade kirine û ez dikarim bêjim ku dekoran gelekî li lîstikê kiribûn. Em werin ser lîstikvanan Berfin Zenderlioðlu bi karaktera Gulîzer xwedî performansek baþbû. Lîstik li ser wê hatiye sazkirin û bi piranî li ser dikê tenê ye ev jî dike ku bi tevger û gotinên xwe bala temaþevanan her zindî bihêle. Gulîzer li ser dikê bi ereboka xwe ya pê kaxiza berhev dike dikeve dirbê gelek jinan. Di vî karî de jî gelek serkeftî ye. Dengê xwe gelek baþ bikar tîne û bi kurmanciyeke gelek þêrîn dipeyive. Ji bilî Zenderlioðlu du lîstikvanên din jî hene,ew jî Mensur Zîrek û Selman Akkuþ in. Zîrek û Akkuþ jî bi dans û rîtma xwe rengek xweþ didin lîstikê.
Lîstik li ser êþa jinan bi tevnek xweþ hatiye hûnandin. Di kesayetiya Gulîzera cinî de êþ û kedera gelek jinan radixe ber çavên me. Di ber re jî balê dikþîne ser rojevê û li hember kuþtina Ceylanan dengê xwe radike. Bi pirsa “mirov çawa li mirinê temaþe dike” mirov dihejîne.
Destar teatre,îsal cara ewil ji Wezareta Çandê ya Tirkiyê 21 hezar TL alîkarî stendiye. Cara ewile ku vê alîkariya didin þanoyeke Kurdî. Wezareta Çandê hersal ji bo xebatên þanoyê alîkarî dide komên taybet lê heta niha nedida komên Kurdî.Taybetiyek lîstikê jî weke jorenivîs axaftin bi Tirkî jî derbas dibûn.
Ji ber xebat û performansa Destar Teatre ez hemû endamên komê pîroz dikim. Ji bo pêþeroja þano û hunera Kurdî hêviya mirov geþ dikin. Heke we li lîstikê temaþe nekiribe pêþniyara min li we herin li lîstikê temaþe bikin.
***
Nivîsên Ferhad Girêþêran ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Panaz*
- Huner û Ziman: Li ser lîstika “Lewheyên Bêmane” çend gotin