logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Lehengê nepenî yê siyaseta kud Abbasoglu

Me bi xemgînî bihîst ku Serokê Berê yê DEHAP’ê Mehmet Abbasoglu ji ber nexweşiya penceşêrê ya giran rakirine nexweşxaney

  • Dîrok: 10/06/2015
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Tayîp TEMEL

Me bi xemgînî bihîst ku Serokê Berê yê DEHAP’ê Mehmet Abbasoglu ji ber nexweşiya penceşêrê ya giran rakirine nexweşxaneyê û dema ev nivîs dihat nivîsandin jî xebera wefata wî gihîşt me. Di nava vê atmosfera hilbijartinê de nûçeyên nexweşiya wî dibe ku pir li paş mabe lê bi taybetî jî di vê pêvajoyê de siyaseta kurd a demokratîk li ber ked û xwêdana Abbasoglu deyndar e. Lewre jî divê ew lehengê nepenî her tim bê vegotin. Siyaseta kurd divê di vî warî de bi nan û xwê be.

***

Mehmet Abbasoglu di nav siyaseta kurd de naveke girîng e û xwedî taybetmendiyên balkêş e. Ew yek ji wan siyasetmedaran e ku demeke dirêj jî di nava artêşa tirk de ma û dîsa ji pirsgirêka kurd û hebûna kurd agahdar bû. Tê zanîn ku yek ji şertên artêşa tirk ew bû ku peywirdarên wê bawerî bi înkara hebûna kurd bînin. Lê Abbasoglu bi taybetî jî di nava artêşa tirk de rastiya kurd nas kir û berê xwe da wê heqîqetê. Di pêvajoya herî girîng û dijwar de bê fikar berpirsyariyên girîng dan ser milên xwe. Tu carî li benda mewkî û meqaman jî nema. Tê zanîn ku salên 1997’an ji bo siyaseta demokratîk a kurd salên herî dijwar bûn. Tu serokên partiyan nemabûn ku nehatibûn girtin û gelek caran ew rastî êrîşên kontrayî hatin.

***

Di wan salan de Mehmet Abbasoglu di avakariya Partiya Demokrasiya Gelan (DEHAP) a ku wekî şopdara HEP, DEP û HADEP’ê dihat pênasekirin de cihê xwe girt. Hemû kes dizane ku Serokatiya DEHAP’ê wan salan barekê giran bû û cara ewilî wî ev bar girt ser milên xwe. Ji ber doza ku lê hat vekirin demekê wekî serokê vê partiyê di girtîgehê de ma. Taybetmendiyeke din a wî hebû ku tu carî tenezulî meqaman nekir û ev tişt ji Tevgera Siyasî Kurd jî daxwaz nekir. Hema bêje di nava siyaseta kurd de tu peywira ku ket ber wî bê dudilî bi cih anî. Abbasoglu salên dirêj di nava xebatên Rêveberiyên Herêmî de cih girt û di sazkirina Yekîtiya Şaredarên Kurdistanê de roleke gelek çalak lîst. Jixwe ji ber vê xebata xwe ew bû hedefa dewletê. Lewre jî di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên bi navê KCK’ê de di 14 Nisana 2009 de tevî 53 siyasetmedarên kurd hat girtin. Ji ber temenê wî yê zêde û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê, şert û mercên girtîgehê pirsgirêkên saxlemiyê girantir kirin.

Tê bîra min ku dema di girtîgehê de bû, tu caran behsa nexweşiya xwe nedikir û li hemberî dadgehên bêedalet serê xwe netewand. Lê em hemû jî dizanin ku astengiyên li ber tedawîkirina wî bûn sedem ku nexweşiya wî ya penceşêrê girantir bibe. Piştî 5 salên zindanê di 12’ê nîsana 2014’an de ew û 47 hevalên xwe hatin tehliyekirin lê ew doz hîn jî didome. Me hêvî dikir ku ew pişta vê nexweşiyê jî bişikîne lê mixabin… Oxir be lehengê nepenî yê siyaseta demokratîk a kurd.

**

Têbiniya Diyarnameyê: Mehmet Abbasoglu roja 05.06.2015 wefat kir. Ev nivîs roja 6'ê mehê di Azadiya Welat de hate weşandin lê ji ber xirecira hilbijartinê li pişt perdeyê ma. Ji bo bîranîna Abbasoglu em careke din vê nivîsê diweşînin û em hêvî dikin dê Xwedê wî bi rehma xwe şa bike.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo Mûsil rizgar nebe Iraqê aloz dikin

ad

Zeynep Kuray li DYA'yê hêjayî xelata çapemeniyê hat dîtin

ad

Pêşniyara îro: Belgefîlmê Keleha Zêrzevan

ad

Carek din Koma Amed û carek din 'Êvar e'

ad

Maça Amed û FB'yê ji televîzyonê zindî tê weşandin

ad

Pankarta bi kurdî ya şaredariyê daxistin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname