Diyarname
Yek ji berhemên romanivîs Helîm Yûsiv "Gava Ku Masî Tî Dibin" ku di dema çapa yekem de eleqeyeke baş dîtibû û xilas bûbû, ji nû ve hat çapkirin. Weşanxaneya Peywendê ku dest bi weşandina pirtûkên Helîm Yûsiv kiriye ev çapa nû ya Gava Ku Masî Tî dibin kir û gihand ber destê xwendevanan.
"Gava Ku Masî Tî Dibin", romana kesekî û dewrekê ye: Lehengê romanê Masî li Binxetê bi xatirê evîna Berfîna Serxetê dide ser rêya çiyê, dibe şervanek û li wê derê evîna wî ya şexsî bi ya welat re dibe yek. Di heman demê de ev roman, a nifşekî fedakar û bênav e. Wekî rûdanên dema xwe ya têr-qerqeşûn, bi rîtma zemanekî lezgîn diherike, ji dewra xwe panaromeyekê nîşan dide.
Helîm Yûsiv, bi cewhera hunermendekî astbilind û afirîner kedekê dide ziman û vegotina berhemê. Bi vî awayî hem ziman ji zêdehiyan rizgar dike û hem jî deriyê vegotineke teze vedike.
Nivîskarê malpera me Diyarnameyê Helîm Yûsiv demek berê bi hemû berhemên xwe derbasî Weşanxaneya Peywendê bûbû û berî vê pirtûkên wî “Mêrê Avis”, “Jinên Qatên Bilind”, û “Mirî Ranazin” çapa wan a nû Peywendê weşandibû. Peywend niha amadehiyî çapa nû ya romana din a Helîm Yûsiv "Sobarto"yê dike. Her wiha li gor agahiyên ku gihîştine ber destê me Helîm Yûsiv li ser pirtûka xwe ya nû dixebite û vê payîzê dê pirtûkên bigihîne ber destên xwendevanan.