Enqere
Li gor biryara nû ya BDP'ê mebûsên BDP'ê dê roja 28'ê mehê bi merasimekê derbasî HDP'ê bibin.
Beşa Çapemeniyê ya BDP'ê bi daxuyaniyeke nivîsîkî diyar kir ku mebûsên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), dê roja 28'ê avrêlê saet di 11.00'an de bi merasimekê li Otela Gur Kentê derbasî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibin.
Her wiha BDP'ê roja 8'ê pûşperê dê kongreya xwe li dar bixe û di kongreyê de biryarên girîng bistîne. Guhartina nav û logoya BDP'ê di rojevê de ye. Hin nav hatine diyarkirin lê hê li ser hin navên din jî nîqaş tê kirin, heta hefteya berî kongreyê dê navê nû ku li BDP'ê bikin diyar bibe.


