Diyarname
Li Îngilistanê xwendekarê Zanîngeha Cambridge ku heta niha bi buhaa mîlyon sterlînekî pirtûkên kevn diziye hat qufaltin û 3 sal û nîv cezaya hepsê dan wî.
William Jacques e bi pênasê xwe "Tome Raider" ji Pirtûkxaneya Lindley a cemiyeta Bexçivanî ya Kraliyetê ku li Londonê ye bi buhaya 40 hezar sterlîn pirtukên kevn dizî. Li ser vê yekê Dadgeha Kreliyetê ya Southwarkê 3 sal û nîv cezaya girtinê li wî birî.
William Jacques di navbera meha pûşperê ya sala 2004'an û adara 2007'an de pirtûk xistin nav caketê xwe û ew ji pirtûkxaneyê dizîn.
Dadger da zanîn ku diziyeke wisa zerardayîna mîrateya çandî ye ku li pirtûkxaneya tê parastin.
Hate gotin ku Jacquez endamê çend pirtukxaneyên e û heta niha ji pirtûkxaneyên welat li dor mîlyonekî sterlîn pirtuk dizî ne. Dizê pirtûkên kevn berê jî di adara sala 2002'yan de ji heman sûcê bi 4 salan hatibû mehkûmkirin.


