Ozan SOLHAN - Zekî AKDAG*
Bûyereke trawmatîk diqewime li ser vê axê wekî ku her û her xwe dubare dike. Ziman lal, guh kerr dike. Zarok nakenin, nexweşî zêde dibin, xemgînî zêde dibe û hwd. Lê dîsa jî hespê spî yê sêling ku remza hêz û aşitiyê ye li van deran, ligel her tiştî jî li vî bajarî bi destê zirnav feylezof tê bezandin, Cengoyê feylezof: "Ew lingê kêm ez im… ji roja pêncşemê de ez ji vî hespê spî re bûm lingê çaran û min ew bezand li vî bajarî… ez ê her roj bibezînim li vî bajarî, li her derê, li her taxên vî bajarî. Berî ku vî hespî tu bianiya vî bajarê ku min ew çêkiriye, berî ku tu bianiya vê meydanê, ez lingê vî hespî bûm, ez lingê çaran bûm û bi min dibeziya ew hespê spî." Çunkî Cengoyê feylezof wijdana vî bajarî û milletî ye. Ji bo êş û birînên xwe aş bike…
Romana nivîskar û helbestkar, hêja Ulku BÎNGOL ya ‘Hespên Hesinî’ ku di 2017’an de ji Weşanên Na’yê derketiye, dîroka bajarekî ya kevn û nû, derûniya bajarekî li ber çavên mirov radixe. Her weha di bajarekî de dîrok û bîra neteweyekê li hevdu dixe û radixe ber çavên xwendevanan. Tevna romanê li ser du hîmên wekî, zeman û mekanê hatiye ristin. Gava mirov xwe bera navê dide resmên bajarekî, ku navê wî bajarî hîç di romanê de derbas nabe lê kesên hinekî jî Diyarbekirê nas dikin dizanin ku ew der Diyarbekir e, yên ji mêj ve li ber çavên mirov xuyanî dibin. Ewqas bi hûrgulî û baş hatiye şayesekirin ku kesên xwendevan dema dixwînin bi kelecaneke diherikin nava wan kuçeyên kevnare ku ne xerîbê wan in. Ango mirov dibêje qey dîroka bajarekî di tabloyan de hatiye çêkirin ew tabloyana wekî sehne sehne li ber çavên mirov diborin. Ji mekan, zeman, bûyer û qewimînan mirov tê digihîje ku dîrok hê jî xwe dubare dike li ser vê axê digel êş û xeman. Zeman cuda lê mekan eynî, bûyer cuda lê jan û renc eynî... wekî xelekek ji dapîr û dapîran heta neviyan...
Rehên her kuştinekê li vê meydana dayik digihîje sed salî. Ji lewma jî li vî bajarî kuştin ne tenê kuştin e, ligel êşê tevdana mêjû û bîrekê, pêhesîna neteweyekî ya netewbûna xwe ye. Yan jî teqîna bîrê...
*
Ezîzê min, jûr li dadgehê gelek in… ji bo her beşek dadê jûrek heye… bi sedan jûr hene li dadgehê….
*
…Lê hespê spî yê sêling tim di destê Daraya ku serlehengê berhemê ye de dimîne. Dara çiqas hêviya xwe bi hespê spî yê sêling ve girê bide jî tu kes bi wî hespî re eleqedar nabe. Çima? Ji ber rengê spî yan ji ber lingê kêm? Yan jî herdu tev de? Heta ev kalemêrê rîhzengar ku her tiştên kevn distîne jî wî hespî qebûl nake, paşve vedigerîne. Ew kalemêra wekî temsîliyeta bîr û dîroka bajêr dike.
Bûyerên ku nîşaneya bîr û dîroka bajêr in di zikê bajêr de yanê li meydana ku wekî dayîka vî bajarî hatiye nimandin, wekî dika şanoyekê hatine şayestin.
*
…lê bi pûqikên baranê bimîne jî dê şahidiya vê rojê, şahidiya vê kuştinê were kirin!
*
Piştî 4 rojan ango roja şemiyê tam di kêliya bêhêvîbûnê de, “Zilamê simbêlên wî li ser lêva wî ya jêrîn” bi mishefên di bin çengên xwe de ye derdikeve holê. Rûpelekê ji wan mishefan li ser rûniştoka xwe dihêle, yan jî ji bîr dike û diçe. Piştî çûyîna wî, Dara vê helbestê dibîne û dixwîne:
…
Û wê demê
Derzek ket erdê
Axê hembêza xwe vekir
Ji çiyê
Heta wê berriyê
Û Tîgrîs hat:
Kiras bi ser xwe ve şeqitand
Guliyê xwe vekir
Xemla xwe danî
Û kete
Derza
Evînê….
Jê tê fehmkirin ku bi bûyera wê rojê ango teqîniya wê rojê ji bo van bajarvaniyan heyameke nû dest pê dike ku her weha di vê heyamê de jî lingê biratiyê qop e. Belê belkî ew bûyer li bajarekî hatibe qewimîn balam di vê heyama nû de ew teqîn û bûyer xwe li gelek gund û bajaran dubare dike û jêvegera wê jî mixabin nîn e, lingekî hêviyê jî kêm e êdî û termê wê li erdê.. kujer nediyar...
‘qesra li ser zindanê’
Nivîskar her çiqas ji bo hiş û binhiş, serhiş û derhişê Dara’yê ew teswîr bi kar anî be jî, ew temsîliyeta hiş, binhiş, serhiş û derhişê mirovên wê serdemê dike, heta dibe ku temsîliyeta psîkoya bindestiyê be jî. Qesra li ser zindanê yan zindanê bin qesrê... Ew zindanê di bin qesrê de tim kilîdkirî ye divê tê de çi hebe heta hetayê li wir bimîne û ji der de xuya neke. Ji bo wê em li ser wê zindanê, qesran ava dikin. Da ku ew îhtîşama qesran, zindanên tarî veşêre. Ma mirov jî ne wisa ne ku di bin îhtîşamiya jiyana rojane de êş û azarên xwe vedişêrin? Ango êşên wan xwe didin taldeyên xewle…
"Li meydanê li pêş çavan ew hespê spî nayê firotanê." çimkî derûniyeke vê berhemê yanê vî bajarî heye û ew derûnî jî bi tirs û xofê sîle bûye ji ber bîranînên trawmatîk. Yek jî ji berhemê mirov tê digihîjê ku ew tirs û xof ne tenê li ser bûyerekê derketiye her weha kirûyeke mayînde ye li vî bajarî û xwedî bandoreke pir mezin e. Wê tirsê ne tenê bandor li wî bajarî û niştecihan kiriye, dibe ku bandor li nivîskêr û heta xwendevanan jî kiribe...
*
"Her tiştên li vir çîrokek wan hene... ew xirxala destê te, van gustîlên kevn, va heska şikiyayî şahidên vî bajarî ne."
*
Têbinî: Divê bê gotin ku çapa pirtûkê ji kalîteyê pir dûr bû, pelên pirtûkê jixweber dihatin xwar. Ya din jî xeletiyên rastnivîs, tewang, akûzatîvî û ergatîviyê pir zêdebûn. Ya rast di nirxandin an jî rexnekirina berhemekê de mirov pir qala rastnivîsê nake, lê belê dema pirsgirêkên nivîsê yên teknîkî pir bin hem carinan wate diguhere, hem jî mirov di xwendinê de dialiqe. Yanê nivîsar rewangiya xwe wenda dike. Ji ber wî hawî jî em ji weşanxaneyan re pêşniyaz dikin ku hinekî din bala xwe bidin ser çapên bi kalîte û rastnivîs û rêzimanê jî...
*Li ser navê Koma Xwendinê ya Bismilê


