Diyarname
EUFA'yê lîstîkvanên fûtbolê yên herî centîlmen, bi gotinek din ên ku qet qerta sor nedîtine diyar kirin. Di nav wan e Raul Gonzalez, Michel Platini, Gary Lineker û i Tirkyeyê jî Cuneyt Tanman heye.
Malpera UEFA'yê li ser lîstikvanên fûtbolê yên ku malnişîn bûne yan jî hê dilîzin ku di hemû lîstina xwe de qet qerta sor nedîtine rêz kir.
Lîstikvanê spanyol Raul Gonzalez ku bi golên di Real Madrid de avêtin bûbû hezkiriyê fûtbolhezan tam 17 salan forma li xwe kir û di 932 maçan de lîst. Enrcam: Qet qerta sor negirt.
Raul Gonzalez ji bilî Real Madridê di Schalke 04, Al Saad (Tîma Katar), New York Cosmos (Tîma DYA) û di navbera salên 1994-2006'an de bi ser sed caran de di tîma neteweyî ya Spanyayê de jî lîst û qet dest ji centîlmeniya xwe berneda û qerta sor nedît.
Michael Platini ku piştî lîstikvanî di navbera salên 2007-2015'an de Serokatiya UEFA'yê jî kir. Platini tam 655 caran forma li xwe kir. Wî jî qet qeta sor nedît. Platînî li îtalya (Juventus), li Fransa (Nancy û Saint Etienne) lîst, her wiha formaya tîma xwe ya neteweyî jî li xwe kir.
Lîstikvanê îngilîz Gary Lineker tam 16 salan lîst û di 567 maçan de cih girt, lê carek jî qerta sor negirt.
Ji Tirkiyeyê jî yek ketiye nava lîsteyê: Kaptanê efsanewî yê Galatasaray Cuneyt Tanman. Tanman 17 salan lîst, 2 caran di Lîgê de tehma şampiyoniyê bi dest xist û 2 caran jî Kûpaya Tirkiyeyê... Ew jî ketiye nava centîlmenan
Û cend lîstikvanên din: Philipp Lahm ku niha dibêje îsal dê dest ji fûtbolê berde; dîsa lîstikvanên din Andres Iniesta, Karim Benzema, Joao Moutinho, Damien Duff, Aaron Hughes û Marco Bode ku hê jî fûtbola xwe didomînin heta niha qet qerta sor nedîtine.


