Bûbê Eser
Demekê malpera Diyarnemeyê (1) mesela nivîskar û weÅŸengêran vekirî bû, lê ew zû bi dawî hat. Min dixwest ku xwediyê çend weÅŸanxaneyan jî dîtinên xwe bigotina ku me zanîba gelo ÅŸaÅŸî di ku de ye. Loma jî ew munaqeÅŸeya delal bê encam çû. Çima gelo weÅŸangêran jî dîtinên xwe negotin?
PiÅŸt re li ser pirtûkên zarokan, kêmbûn û bihabûna wan jî hin nivîs derketin. Cara ewil nivîsek birêz Cemil Oguz bi serenavê “WeÅŸanxaneyên kurdan ji bo zarokên kurdan çi dikin?” (2) hate weÅŸandin. Lê xuya ye vê bala kesî ew qasî neqiÅŸand. Loma birêz Cemil careke din bi sernivîseke din; “Bi vî awayî dê çawa zarokên me bixwînin?” (3) weÅŸand. Hûn ya rastî bixwazin her du nivîs jî gelekî balkêÅŸ bûn. Loma divê mirov li ser raweste ku mirov encameke çawa ji bo pirtûkên zarokan derxe, bisekinin.
Tim tê û hatiye gotin ku “zarok hebûna me ne, zarok pêÅŸeroja me ne”. BaÅŸ e zarokên bi çanda xwe nejîn, zarokên ku bi zimanê xwe nizanibin, zarokên bi adet û toreyên gelê xwe mezin nebin ew zarok wê çawa bibin pêÅŸeroja me? Ew zarok wê çawa bibin hebûna me? Gelo ev kêmanî ya wan e? Na tu kêmaniyan zarokan tune ne. Kêmanî ya me nivîskar û weÅŸangêran in. Eger pirtûkên zarokan neyên nivîsandin û weÅŸandin wê zarokên me bi kîjan çandê mezin bibin, wê çi kulturê fêr bibin. Eger zorak hebûna me bin. Pêwîst em jî li hebûnên xwe xwedî derkevin. Divê em û hebûnên xwe ji hev dûr nekevin. Gelo heta niha me çiqas qîmet daye hebûn û pêÅŸeroja xwe?
Hûn ya rastî bixwazin em bi xwe gelek hêjayiyên xwe bi destên xwe dikujin. Em dibêjin, zimanê me qedexe ye, lê dema ku hin derfet dikevin destên me jî, em wê weke tê xwestin bi kar nîn. Gelek ji nivîskarên me bi tirkî dinivîsînin. Gelek ji wan jî li gor gotinên wan “Nikarin xwe bi zamanê xwe îfade bikin” Ma gelo ev rast e. Çima em zimanên biyaniyan fêr dibin bi wan diaxifin û bi wan “xwe îfade dikin”, çima em nikarin zimanê xwe yê dayikê fêr bibin? Ji ber ku zimanê tirkî ketiye xwîna gelek rewÅŸenbîrên me loma nikarin dev jê berdin. Dema halê me ev be, gelo em çawa bikaribin, li hebûn û pêÅŸeroja xwe yanî li zarokan xwedî derkevin. Em ê çawa bikaribin ji bo wan xwe biwestînin û pirtûkan ji bo wan jî amade bikin?
Di wir de û li gor baweriya min; du nokteyên esasî hene.
Yek: Divê nivîskarên me yên kurd ku pirtûkên zarokan bi tirkî dinivîsînin û didin weÅŸandin, bila dev ji vê yekê berdin û dest bi kurdî nivîsandina pirtûkên ji bo zarokan bikin.
Dudo; Divê weÅŸanxanên me jî êdî dest bavêjin pirtûkên zarokan, wan bidin weÅŸandin da ku zarok jî fêrî xwendina bi zimanê xwe bibin.
Eger pirtûkên zarokan bi kurdî tune bin, yanî tu nivîskarên kurd nenivîsandibin jî divê weÅŸanxane pirtûkên zarokan yên bi zimanên din wergerînin kurdî û wan pêÅŸkêÅŸî hebûna xwe, pêÅŸeroja xwe ango zarokan bikin. Eger vê nekin ma gelo karên wan çi ye? Divê êdî weÅŸanxaneyên me jî berpirsiyarê bigrin û ew jî êdî hinekî destên xwe têxin bin kevir da ku ev kar jî bibe. Ya na em ê bê hebûn û pêÅŸeroja bimînin.
bubeser@hotmail.com
***
1- Ji bo xwendina nivîsên di çarçoveya nîqaÅŸê de hûn dikarin li beÅŸa NÎQAÅž’ê ya Diyarnameyê binêrin.
2- Ji bo nivîsa: “WeÅŸanxaneyên kurdan ji bo zarokên kurdan çi dikin?”
3- Ji bo nivîsa: “Bi vî awayî dê çawa zarokên me bixwînin?”
***
Nivîsên Bûbê Eser ên ku di Diyarnameyê de hatine weÅŸandin:
- Bûbê Eser: Eger weÅŸanger hemû zerar dikin çawa ew qas berheman çap dikin?