logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Weşanxaneyên kurdan ji bo zarokên kurdan çi dikin?

Her sal li dor sed pirtûkên bi kurdî li Tirkiyeyê têne weşandin lê beyî ku di nav de pirtûkên ji bo zarokan hebin.

  • Dîrok: 30/06/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

Cemil Oguz

Her sal li dor sed pirtûkên bi kurdî li Tirkiyeyê têne weşandin lê beyî ku di nav de pirtûkên ji bo zarokan hebin.
Nivîskarên kurdan heta niha berê xwe nedane pirtûkên zarokan, weşanxaneyên kurd jî heta niha di vî warî de ne xwedî pratîkekî serketîne.

Tê zanîn pêşeroja gelan zarok in. Pêşeroja zimanekî jî zarok in. Ger nifşê nû zarok hînê zimanekî bibin ew ziman têk naçe. Û ger zarok hînê ziman bibin xwendevanên wî zimanî kêm nabin. Li welatên pêşketî wisa ye. Lê di nav kurdan de rewş hinek cihê ye: Her pirtûk ne ji bo zarokan ji bo mezinan tê nivîsandin, kurd dikin ku ji temenmezinan xwendevanên kurdî çêbikin ne ji zarokan. Herî hindik tiştê ku heta niha xwe nîşan daye ev e.
Ehmedê Xanî di sala 1683'yan de bi gotina “Ji bo zarokên kurmancan” berhema xwe “Nûbehara Biçûkan” nivîsand. Xwest biçûkên kurdan bi zimanê xwe hîn bibin. Bêşik divê ev gav ji aliyê nivîskarên kurd ên din ve bihata domandin, lê digel ku 300 sal zêdetir bi ser “Nûbehara Biçûkan” derbas bûye jî hê pirtûkên zarokan di nav kurdan de nîn in. Nivîskarên kurd ji nivîsandina pirtûkên zarokan dûr in, weşanxaneyên kurdan jî heta niha gavên ji bo vê qedaxê yên xurt neavêtine.
Li gor îstatîstîkên Diyarnameyê par 109 pirtûkên bi kurdî hatine weşandin, lê di nav van de pirtûkek bi tenê jî bi kurdî ji bo zarokan nîn e. Zarokên kurd her bêpar in ji pirtûkên bi kurdî. Di vê havîna ku dibistanên bi tirkî ketine bêhnvedanê, gelek zarokên kurd ku çûne gund û zozanên xwe li ber kal û pîrên xwe, lê li van deran, yan li bajarên ku lê dijîn dê dîsa nikaribin bi kurdî pirtûkên zarokan bixwînin.
Ji salên 1990’î ve li Tirkiyeye weşana bi kurdî serbest hate berdan. Ji wê rojê heta niha hejmara pirtûkên zarokan ku derketina ji tiliyên destan derbas nabin. Ji weşanxaneyên kurda Weşanên Avesta, Aram, Belkî, Hîvda, Do heta niha qet pirtûkên zarokan neweşandin. Weşanên Lîsê tenê yek bi navê “Azad”, Weşanên Nûbiharê bi navê “Teyrê Xerîb” yek weşandiye, Weşanên Vate çend heb tenê weşandiye...
Şaredariya Sûra Amedê di serdema ku pirtûkên zarok çap dikir de pêşî lê hat girtin, Şaredar Abdullah Demirbaş ji kar hat girtin, Meclisa Şaredariyê hate feskirin û bi vî awayî ev gav jî hate rawestandin.
Li ser pirtûkên zarokan me serî li dîtinên weşangerên kurd da. Li gor gotina wan, “Ew amade ne ku bi kurdî pirtûkên zarokan biweşînin.”
Fermo dîtinên weşanxaneyan:

Weşanxaneya zarokan ‘Hêlîn’tê

Abdullah Keskîn (Edîtorê Weşanên Avestayê):
Di destpêka avakirina weşanxaneyê de me xwest em pirtûkên zarokan biweşînin lê em ne waqifê edebiyata zarokan bûn. Di sala 1999-2000’an de me 10 taqim kitêbên APEC’ê anîn lê me nekarî du salan de wan xelas bikin, bi vê re em bê hêvî man.
Heta du sê salên berî niha jî hem ji aliyê madî, hem ji aliyê manewî ve ji bo weşandina pirtûkên zarokan em ne hazir bûn. Em niha hazir in, em angaje bûne. Em niha li ser pirtûkên zarokan lêkolînê dikin, li ser dixebitin. Niha potansiyela kurdan jî heye.
Ji îngilîzî, almanî, fransizî, norwevî, swêdî me mînak berhev kirin. Em hem li ser dixebitin, hem jî emê ji van hinan ji bo zarokên kurd wergerînin. Tiştên ku bi kurdî hatine nivîsandin jî hene, emê wan jî çap bikin. Pirtûkek xêzan heye li ser Newrozê; bi kurmancî, soranî û zazakî emê çap bikin. Bi giştî emê bi kurmancî û zazakî bi hev re çap bikin.
Vê payîzê em dest bi weşandina pirtûkên zarokan dikin. Ji bo vê me navê ‘Hêlîn’ li weşanxaneyê kir û di bin vê de dê pirtûkên zarokan bêne weşandin.
Zimanê ku xîtabî zarokan neke pêşeroja wê nîn e. Êdî mirov jî rexne dikin ku çima pirtûkên ji bo zarokan nîn in. Ger di xwedî derketina pirtûkên zarokan de jî ev israr xwe nîşan bide dê tiştek cidî derkeve. Dîsa jî em xwe mecbûr dibînin, emê kitêbên zarokan çap bikin û li encamê binêrin.

Payîzê emê pirtûkên zarokan çap bikin

Huseyîn Gunduz (Edîtorê Weşanên Do):
Par me xwest ji bo zarokan pirtûkan çap bikin lê ji ber rewşa aborî me ev proje da rawestandin. Lê serê payîzê bi her awayî, çi dibe bila bibe emê pirtûkên zarokan çap bikin. 3-4 heban emê çap bikin. Çîrokên kevn jî yên nû jî li ber destên me hene.
Tiştek heye, mezin naxwînin wê zarok çawa bixwînin, lê ev jî heye hêdî hêdî xwendin çêdibe. Jixwe divê mirov pêşî bi zarokan bide xwendin. Li vir her ku diçe xwendin zêde dibe, tesîra qursan jî heye.
Ziman bi aborî çêdibe, ger mirov bizanibin pê pere qezenc dikin dê kurdî hîn bibin.

Pirtûkên xwe bînin em çap bikin

Silêman Çevîk (Edîtorê Weşanên Nûbiharê):
Ev deh sal in ez dibêjim, kî projeya xwe bîne emê teqez çap bikimn. Niyeta min heye ku ez bi mirovan re bikevim têkiliyê hebe taxim bi taxim pirtûkên ji bo zarokan çap bikim. Hebin ez dikarim biweşînim.
Gere ji bo zarokan pirtûk derên, di vî warî de valahiyeke mezin heye. Yek bêje ‘min kitêbên wisa amade kirine’ û bîne bi kêfxweşî ezê çap bikim.
Înşela emê bi awayekî meseleyê hel bikin.
Gelek kes ji me dipirsin ‘pirtûkên zarokan hene yan na’, em dibêjin ‘na’, tiştek nexweş derdikeve holê.
Gere bi şiklê piyaseya dinyayê ji bo zarokan pirtûk bêne amadekirin. Bi hiyakeyên kurt bêne amadekirin.

Di 2009’an de emê tiştên şêrîn diyarî zarokan bikin

Lal Laleş: (Edîtorê Weşanên Lîsê):
Di edebiyata kurdî de gelo divê cihê edebiyata zaroka çi be? Ev pirs demeke dirêj ez ji xwe û lijneya weşanxaneya Lîsê dipirsim. Heta carina gava xwendevanên mezin ê xwedî zanîn û enformasyon dibêjin em ji kurdiya nivîskî ango êdî ez nizanim çima lêbelê wê wekî kurdiya akademîk bi nav dike fam nakim ez dibêm gelo mirov dikare edebiyata zaroka an ya ciwanan bike destpêk ji bo xwendevanên mezin. Bi ya min li gel edebiyata zarok û ciwanan hin celebên edebiyatê yên wekî polîsiye, fantastîk, tirs û hin cureyên çîrok û romanên din bibe alîkar ji bo ku xwendevanên kurd zêde bibe.
Weşanxaneya Lîsê ya rast ji serî de xebatên di der barê zarokan de serê xwe pê re diêşîne. Di rêza xwe ya Zarokname de kitêba xwe ya yekemîn “Azad” ku ji hêla Nivîskar Mîran Janbar hatibû nivîsandin çap kir.
Kitêb ji hêla dê û bav û ji hêla zarokên ku xwendin û nivîsandina wan hebû ve eleqe jî dît.
Niha jî em ji nû ve polîtîkaya weşanxaneyê ya zarokan saz dikin. Ji ber ku hem ji hêla kar û hem jî ji hêla sektora pirtûkan ve qadeke mezine.
Di 2009’an de emê gelek tiştên xweşik û şêrîn diyarî zarokên kurd bikin.

Mixabin em li gor dinyayê pêş nakevin

Huseyîn Siyabend: (Edîtorê Weşanên Hîvda):
Ji ber ku em ji civanekek kurdîbûnê wêdetir em girseyeke siyasî ne xebatên ji bo zarokan nîn in an kêm in. Perwerdehî bi du awayî pêş dikeve. 1- Xwendin fikirê pêş dixe. 2- ‘Perwerdehiya bi dîtbarî’, ‘modela nû ya Amerîka’ ev jî fêmkirinê kûr dike. Di warê ‘xwendin’ an jî ‘perwerdehiya bi dîtbarî’ de mixabin em gelek li paş in. Li gor dinyaya ku pêş dikeve em pêş nakevin û qurbanê vê yên herî mezin jî mixabin zarok in. Dema civakek feqîr û xizan be qenciyên wan jî biçûk têne dîtin. Yên ku desthilatdariya wan hebe xirabiyên wan jî wekî perwerdehî û hunerê derdikeve pêş mirovan. Wekî Weşanên Hîvda mixabin di vî warî de me jî hê xebat nekiriye. Lê niha “Yek li ber sifran bejimar” xebateke me ji bo zarokên kurdan ku hema bêje li ber çapê ye heye.
***

Wekî notek: Li Tirkiyeyê rewş ev be jî, li Ewropayê weşanxaneyên kurdan hin pirtûkên xweşik ên ji bo zarokan çap kirin.

cemilo@diyarname.com

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe û nivîsên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe û nivîsên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser Ferhenga Celadet Bedirxan

ad

Bavê edîtorê Diyarnameyê Mahmut Oguz mir

ad

Ji 'Janya' heta 'Çirûskîzm' Rênas Jiyan

ad

Bi heviya tuyê bi azadî li wan deran bimeşî

ad

Demirtaş: Kengê me kuçe û mase kirin yek emê bi ser bikevin

ad

Dersa 'Guherîna Kişwerê' dibe mecbûrî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname