Nivîskar Bûbê Eser pirsên Diyarnameyê yên li ser pirs û pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî bersivandin:
Tu berhema xwe di kîjan şert û mercan de diafirînî?
Ez berhemên xwe li gor şert û mercên xwe yên taybetî û li gor îmkanên ku bi dest dikevin, diafirînim. Lê hûn a rastî bixwazin, şert û merc jî gelekî zehmet in ku mirov bikaribe li gor dilê xwe binivisîne. Bi roj mirov li kar e. Êvaran jî dema tê mal, zarok û bi wan re mijûlbûn lazim e. Piştî ku ew radizên mirov dixwaze kar bike. Lê hem ew hem jî dayika wan ji ber teq û reqê, dengên tûşên compîturê, rabûn û rûniştandina mirov aciz dibin. Gelekî bi bêdengî nivîsandin jî wekî mirov di hepsê de be ku gardiyan nebînin mirov çi dinivisîne, dibe. Ev yek jî aloziyek derdixwe pêşberî nivîskaran ku nikarin karê xwe rehet bikin. Ji ber ku nivîskarên me hemû vî karî bi fedekarî dikin. Loma jî ev kar bi amatorî tê meşandin. Karên amatorî jî ew qas dibe.
Di dema afirandina berhemê de pirs û pirsgirêkên te yên sereke çi ne?
Tu pirs û pirsgirên min tune ne. Ji ber ku dema mirov xwest binivisîne divê mirov hesabê her tiştekî bike û li gor wê xwe amadeyî nivîsandinê bike. Ez jî wiha dikim. Tiştan ji xwe re zêde nakim pirsgirêk û her dixwazim karê xwe bi awayekî baş ku gelê me ji berhemên min bi rehetî fêm bikin, dikim. Yanî bi zimanekî rehet ku her kes bikaribin têbigihîjin dinivisînim. Divê nivîskar bifikirin ku ew ji bo xelkê xwe, ne ji bo rewşenbîran dinivîsînin.
Tu dikarî bi rehetî berhema xwe bidî çapkirin?
Ev pirsek gelekî zehmet e ku mirov bibersivîne. Gelo kîjan nivîskarê/a kurdên Bakur dikarin berhemên xwe bi rehetî û li gor dilê xwe çap bikin. Ne yek jî. Dema rewş ev be, divê mirov tenê li ser vê raweste û bikaribe bi hev re ji vê re çareseriyekî bibîne. Wekî din ez bi xwe naxwazim tiştekî din di vê der heqê de bêjim.
Ku te dabe çapkirin, te bi weşanxaneyê re peymaneke çawa çêkiriye?
Erê min pirtûkên xwe dane weşandin heta niha 6 berhemên min tenê bi zimanê dayikê hatine weşandin. Lê ji nava wan berhemên min ya bi navê Gardiyan ku li ser rewşa zindana Diyarbekirê ye, du caran bi kurmancî, bi zimanê yewnanî û tirkî jî hatiye weşandin. Bi zimanê swêdî û erebî jî ez bawerim wê piştî havînê bê weşandin. Karê wergerê qediya ye. Îcar ez bêm ser pirsa we ya peymanê. Peymana çi halê çi? Gelo kî diwêre ji weşanxanekê re bêje ku şertên min ev in. Eger got jî wê berhemên wî neyên çap kirin. Eger bê çapkirin jî maneye xwe ew e ku ew bi xwe mesref dide.
Weşanger çi ji te xwest û çi da te ji bo çapkirinê?
Ma gelo weşanger çi ji nivîskar naxwazin? Dixwazin û baş jî dixawazin. Gelekî dixwazin, rind dixwazin. Hemû jî bi mebesta zerarê dikin, dixwazin. Lê ez bi xwe ne li gel vê me. Rast nabêjin. Eger hemû zerar dikin çima ew qas berheman çap dikin. Lê dixwazin bi mebesta zirarê ji nivîskar pereyan bigirin da ku berhema wî/ê bidin weşandin. Mesrefên çapê ji nivîskar digirin û ji firotinê çi hat jî qezance wan e. Ma ji vê xweştir. Yan jî hinan ji wan ji bo xwe rêyên din jî dîtine. Ez ne bawerim ku weşanxaneyeke jî zerarê dike. Kes bi zerar kar nakin. Kar bikin, gelo çawa dijîn. Îdareya mala xwe çawa dikin. Ev meseleyeke dûr û dirêj e, naxwazim zêde vê vekim…
Weşanxaneya ku pirtûka te çap kir, bi qasî ku heq dike qîmet da berhema te yan na?
Baweriya min ew e ku tu weşanxana bi qasî ku berhemên me heq dikin qîmetê nadinê. Ez bi xwe vê di tu weşanxanên me de nabînim. Lê eger te pereyê xwe da, wê berhemên te li gor dilê te bin. Ya na…
Bi têra xwe reklam hate çêkirin, weşanger ji bo danasandin û reklamê berpirsiyariya xwe bi cih anî yan na?
Na gidî na!!! Reqlamên çi halê çi bavo. Îro hemû xebat li ser esasê nasîn û peredayînê dibe. Yanî weşanxane dostê te be. Yan jî te mesrefê reqlamê jî dabe, wê gavê reqlamên berhemên te tê kirin, ya na, zehmet e. Agir bi mala nivîsakaran ketiye hay û baya kesan jê tune ne. Heta niha min bi xwe reqlamên pirtûkên xwe bi xwe kirine. Zehmet e lê ma em çi bikin. Daxwaza min ew e xelkê min bizanibin ku min berhemeke din jî afirand. Da ku nas û dostên min wê bikirin û bixwînin. Ya na ma wê çawa bê bihîstin ku yên bixwazin wê bikirin. Hûn bawer bikin heta niha min bi xwe reqlamên pirtûkên xwe dane rojname û malperên kurdan. Ne tiştekî xweş e. Mirov şerm dike lê ma wekî din tu rê hene. Tu hem binivisîne, reqlama derketandina wê bike. Bi xwe bifroşe, nizanim çi û ne çi. Lê em û nivîskarên me vê dikin. Mixabin…
Ji bo te qet şevên xwendinê yan jî 'roja îmzeyê' hate çêkirin?
Wele heta niha 6 berhemên min tenê weşanxanekê çapkirine. Lê ji bo min tu şevên xwendinê an jî roja îmzeyê çênekirine, ez bawer nakim bikin jî. Lê tiştekî wiha bê kirin ez ê kêfxweş bibin û ez ê bi xwe jî hemû mesrefên xwe bidim. Tenê bila daxwaz hebe. Lê mixabin... Xwezî weşanxanên me tiştekî wiha bikirana. Lê ji dêvla vê hema dema berhem derket bila bêjin vaye derket bes e. Heta ku ez dibihîzîm ku pirtûka min derket. Hin caran telefon dikim, gelek caran mail dişînim, lê dîsa ji dostan dibihîzim ku berhema min hatiye çapkirin. Weşanxaneyên me yên Bakur qîmetê nadin nivîskaran. Her tiştekî li gor daxwaz û helwestên xwe dikin. Li gor nasîn û dostaniya nivîskarên xwe dikin. Li gor qezenc û berjewendiyên xwe dikin. Bila vê bikin lê qîmetekê jî bidin nivîskarên xwe wê baş be.
Bi te weşangerên kurd di warê edîtorî û redaksiyonê de berpirsiyariya xwe bi cih tînin an na?
Wele ev pirseke baş e. Lê mirov vê wiha pirs bike wê baştir be. 'Gelo kesên di weşanxaneyan da kar dikin ji wan çend kes bi kurdî dizanin?' Ev tiştekî ecêb e ku tenê di nava me kurdan de heye. Berhemên kurdî çap dikin, nizampaj dikin, ji bo çapê amade dikin lê bi kurdî nizanin. Mirov ji vê re çê bêje ez nizanim…
Heke tu bawer dikî bi cih naynin, tu dikarî çend mînakan bidî? Lazim e ku çi bikin, nakin?
Niha mirov naxwaze her tiştekî eşkere bike û dilê weşanxaneyên pirtûkên mirov çap dikin ji xwe bihêle. Ji ber ku nivîskar her bi tirs e ku dilê tu weşanxane ji xwe nehêlê da ku berhemên wî bi perên wî jî be bêne çapkirin. Her kes dizane ku divê çi bê kirin. Berî her tiştî divê kesên ku bi kurdî nizanibin, bila di weşanxanên bi berhemên kurdî mijûl in de kar nekin. Hema ev gava ewil bê avêtin bawerim wê mesele hal bibe.
Ku xwendevan nebe pirtûk nayê firotin, pirtûk neyê firotin weşanger pere qezenc nake, weşanger qezenc neke pere nade nivîskar, weşanger pere nede nivîskar, nivîskar jî ji ber pirs û pirsgirêkên aborî bi têra xwe nikare ked û dema xwe bide nivîsê... Yanî bi kurtasî mesele wekî xelekên zincîrekê bi hev ve girêdayî ye... Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê çi bê kirin? Kî bike? Çawa bike?
Baweriya min ev e; hewce nake ku mirov vê ew qasî dûdirêj bike. Eger em baş karê xwe wekî nivîskar û weşanxana pêk bînin wê pere jî hebin û xwendevan jî. Em an jî weşanxane her ji kêmbûna xwendevanan aciz in. Lê li gor min ne wiha ye. Eger xwendevan kêm bin, gelo ew qas nivîskar çawa û ji ku derdikevin. Eger berhem baş bin, bi navarokek xweş û balkêş bin, wê ji xwe re xwendevanan jî peyde bike û peran jî. Lê çi ye? Îro xwendevan li her derekê kêm bûne, ne tenê yê me kurdan. Lê eger nivîskarên me berhemên baş biafirînin hûn bawer bikin wê xwendevanên baş jî peyda bibin. Ev yek. Ya din kar û bar li ser milê weşanxaneşan jî dike ku ew jî reqlamên berhemên ku didin weşandin bikin. Vê nakin û dibêjin xwendevan tune ne. Ma kesên ku nizanibim çi berhem kê weşandiye wê çawa wê bikirin û bixwînin. Ka bila carekê weşanxanên me erk û wezîfeyên xwe pêk bînin û dûre behsa kêm xwendevanan bikin.
Par ji 110'an zêdetir pirtûkên kurdî hatin çapkirin, gelo te ji van çend heb KIRÎN? Ku te nekirîbûn çima?
Min li gor îmkanên xwe yên karibû bi destxistina min kirîne. Ya jî bi riya postê xwestine. Ji ber ku ez li Swêdê dijîm. Berhemên li welêt têne weşandin ku em bibihîzin em wê ji weşanxaneya ku ew çap kiriye dixwazin. Lê gelek caran em jî wekî gelek xwendevanan ji çapên gelek berheman bê par dimînin. Gelek caran piştî çapa berhemekê bi sal an jî du salan em dibînin ku berhemek nû derketiye. Ma gelo ev kêmanî ne ya weşanxanan in.
Hejmara nivîskaran û berheman her diçe zêde dibe, lê hejmara xwendevanan zêde nabe, tu vê rewşê çawa dibînî?
Xwezî û hezar xwezî ku ev rast be. Ma gelo çawa dibe ku xwendevan kêm û nivîskar zêde dibin? Ma gelo ev rast e? Ez tu caran bawer nakim ku nivîskar ji xwendevanan zêdetir bin. Em fêrî tiştekî bûne û wekî benîşt em her wê diçûn. Divê em ew qasî tahde li xwendevanan jî nekin. Hûn bawer bikin eger xwendevan tune bin. Wê ew qasî nivîskar jî dernekevin. Bi kurt û kurmancî ev wiha ye.