Diyarname
Saziya fezayê ya Amerîkayê ji bo kameraya 3 alî bi robota ku bişîne Marsê ve bike bi derhênerê "Avatar" James Cameron re hevkariyê dike.
NASA sala bê robota Rover Curiosity wê bişîne Girestêrka Sor. NASA wê kamera bi wan ve bikira lê derhêner Cameron, Serokê NASA'yê Charles Bolden qanî kir ku kamerayên fîlmê rengîn ên bi 3 alî, yên bi megapikselên bilind bikar bîne. Li ser vê daxwazê wê ev kamera bêne bikaranîn.
NASA'yê dest ji kamerayên berê berda û di projeya lêçûyîna wê bi 1,5 mîlyar dolar e de van kamerayan bikar bîne.
Derhênerê 55 salî Cameron da zanîn ku ji ber ku dibe parçeyeke vê projeyê bi heyecan e. Kamerayên bi 3 alî dîmenên dramatîk ên wekî firtoneya qûmê jî baştir tomar dikin.
Wekî notek: Der barê AVATAR de
Derhêner James Cameron senaryoya "Avatar" nivîsandiye û derhêneriya wî kiriye. Cameron ku derhêneriya fîlmên navdar ên wekî "Tîtanîk", "Aliens" û "Termînator" kiribû fîlmê "Avatar" di 18'ê berfanbara 2009'an de derxist vîzyonê û fîlm rekor şikand.
Fîlm bi rêbaza destaneke pevxistina zanistî hatiye kişandin û di fîlm de teknîka sînemayê ya sê alî (3D) bikar aniye.
Fîlm bi formatên 2-D'yê kevneşopî, 3-D û IMAKS 3-D di vîzyonê de hat nîşandayîn. Butçeya fîlm a fermî 237 mîlyon dolar bû. Li gor texmînê li dora 280-310 mîlyon û 150 mîlyon dolar lêçûyîna bazarê lêçûyînên wê çêbûne.
Galaya fîlm di 10'ê berfanbara 2009'an de li Londonê, li Qraliyeta Yekîtî pêk hat û di 18'ê mehê de jî li DYA û Kanadayê ket vîzyonê. Li DYA û Kanadayê çawa ket vîzyonê di rojekê de 26 mîlyon dolar, di dawiya hefteyê de 77 mîlyon dolar pere bi dest xist. Ketina vîzyonê ya di navneteweyî de du roj berê roja xwe çêbû û di pênc rojên pêşî de li dinyayê bi giştî 232 mîlyon dolar pere bi dest xist.
Di hefteyan sisêyan de mîlyar dolarek kar dir, di hefteya şeşan de rekora "Tîtanîk" a mîlyarek û 835 mîlyon têk bir. Bi vî awayî "Avatar"ê rekora gîşeyê ya her demê bi dest xist.
Fîlm di 67'emîn Xelatên Global de xelata derhênerê herî serketî û filmê herî serketî girt. Di 82'yemîn Xelatên Akademiyê de jî di 9 waran de ket pêşbaziyê, di warê Derhênerê Hunerî yê Herî Serketî, Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî û Efektên Herî Serketî, bi giştî di 3 waran de xelatên Oscarê girt.
Çîroka fîlm:
Çîroka fîlm di sedsala 22'yan de, di fezayeke bi navê Pandora de derbas dibe. Pandora di gera dora gazê de dizivire, ji bo gelê Na mazûvanî dike. Mirovên gelê Na bi qasî 3-4 metreyan dirêj in, dîmenên wan hêşîn e, ew bi awayê qebîleyî dijîn, heta ku kes êrîşê wan neke ew êrîşê kesî nakin, wisa aştîxwaz in. Mirov ji ber ku nikarin hewaya Pandorayê bigirin, bi rêya têkiliya sinêr Avatarên ku ji mirov û Na'yan têkilhev pêk hatine çêdikin. Jake Sully (Sam Wonkhington) yê nedamê Piyadeyên Behrê ji ber felç bûye ji bo bi awayekî ji dil li Pandorayê bijî wekî Avatarekî derdikeve holê. Sully ku evîndarê prenseseke Na dibe, di navbera gelê Na'vî û artêşa mirovan ku di şer de ne de dibîne. Tiştê bandorê li wî dike di dawiyê de linga wî ya felc bûye dîsa baş dibe, (di bedenê Avatarekî de) wekî berê dikare baz bide. Bi demê re dema bi Prenses Neytîrî re dikeve nav têkiliyê Jake êdî dest ji armancên mirovan ber dide û beşdarî berxwedana Na'vîyan dibe û dijî mirovan derdikeve. Paşê Navî dema hîn dibin ku Jake pêşî derew li wan kiriye radibin ku wî bikujin lê dev ji vê biryarê ber didin. Di dawiya çîrokê de Neytiri û Jake dîsa tên ba hev, Jake bi temamî dibe xwedî bedena Avatar û çîrok bi dawî dibe
Kunyeya fîlm:
Derhêner û senaryo: James Cameron
Sazkar: James Cameron, Jon Landau
Muzîk James Horner
Lîstikvan: Sam Worthington, Zoe Saldana,Sigourney Weaver, Michelle Rodriguez, Stephen Lang, Joel David Moore, Giovanni Ribisi, CCH Pounder, Dileep Rao, Matt Gerald, Laz Alonso, Peter Mensah, Wes Studi.
Derhênere Dîmenê: Mauro Fiore
Vesazkirin:: John Refoua, Stephen Rivkin
Welat: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)
Sal: 2009
Mawe: 162 dq.
Ziman: Îngilîzî
Cure: Pevxistina Zanyarî