NAVENDA NÛÇEYAN
Hate gotin ku Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî li paytexta Fransa Parîsê li ser navê Serokê Sûriyê Beşar El-Esed nameyek radestî Serokê Koalîsyona Opozisyona Sûriyê Ehmed El-Cerba kiriye.
Li gorî nûçeya ku di malpera Seda El-Beled a Sûriyê de hate weşandin, Serokê Herêma Fedral a Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku di 23'ê gulanê de li paytexta Fransa Parîsê bi Serokê Koalîsyona Hêzên Opozisyona Sûriyê Ehmed El-Cerba re civiya, nameya Beşar El-Esed radestî Ehmed El-Cerba kir.
Malpera Sede El-Beled di nûçeya ku dispêre çavkaniyên di nava koalîsyonê de eşker kir ku Barzanî bi El-Cerba û cîgirê wî Ebdulhekîm Bişar re civiyaye û di civînê de rêbazên çawatiya çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyê nîqaş kirine.
Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku dema rayedarên PDK'ê Fadil Mîranî û Azad Berwarî li Şamê li gel rêveberên ewlekariya Sûriyê hevdîtin pêk anîn, li ser navê Beşar Esed nameyek wergirtine û Bazanî jî ew name radestî El-Cerba kiriye.
ANHA
**
ANHA'yê roja 22'yê gulanê bi sernavê "PDK’ê û Rejîma Suriyê li dijî Rojava çi plan kirin?" weşandibû. Vaye ew nûçe:
- PDK’ê û Rejîma Suriyê li dijî Rojava çi plan kirin?