AMED
Hate diyar kirin ku 1984 pirtûkên dîrokî yên bi dest hatine nivîsandin û di nav de berhemên wêjewanê kurd yê nav û deng Ehmedê Xanî jî heyî, bi hinceta "Restorasyonê" dê bibin Konyayê.
Çavkaniyên dîroka çanda kurdan yên di Pirtûkxaneya Îhtîsasê ya Berhemên Nivîsandî ya Ziya Gokalp a Amedê tên girtin, dê bişînin Konyayê. Rayedarên ku di dema damezirandina komarê de girtînameyên axaftin û nirxandinên Ataturk yên têkildarî kurdan biribûn bajarên Karadenîzê, vê carê jî çavkaniyên dîroka kurdan dibin bajarên din. 1984 pirtûkên dîrokî yên bi destan hatine nivîsandin û di nav de berhemên zanayên kurd yên wekî Ehmedî Xanê jî heyî, bi hinceta "Restorasyonê" dê bibin Konyayê. Li gor agahiyan pirtûkên dîrokî yên bi dest hatine nivîsandin ku piraniya wan ji demên Selçûkî û Osmaniyan mane dê bibin Midûriyeta Pirtûkxaneya Berhemên Nivîsandî ya Konyayê. Ligel ku haya tu kesî ji birina pirtûkan tuneye, Midûriyeta Çandê der barê mijarê de tu agahî neda.
Piraniya berheman ji felsefe, arkeolojî û zanîstiyên fenê pêk tên û 900 sal berê hatine nivîsandin
Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin, piraniya pirtûkan li gorî Salnameya Hîcrî ji sala 505'an li gorî Salnameya Mîladî jî ji salên 1111 û 1112'an mane. Berhema herî nû ji sala 1928'an maye. Hate gotin ku ekîbek ji 9 kesan pêk tê ji Konyayê hatiye û dê îro dest bi birina pirtûkan bikin. Di nava van berheman de pirtûkên li ser mijarên dîrok, ol, ziman, felsefe, erdnîgarî, astrolojî, zanistiyên fenê û gelek mijarên din hatine nivîsandin.
Ev pirtûk çima li Amedê nayên restorekirin?
Berî niha dihat diyar kirin ku dê van pirtûkan bibin Medreseya Mesûdiyeyê ku li Navçeya Sûrê ye û temîreta wê hêj didome û lê birina pirtûkan ya Konyayê bû sedema hin pirsan, "Gelo bi vî şiklî tê xwestin dîroka kurdan ji holê bê rakirin?"
Midûrê Çandê agahî neda
Midûrê Çandê yê Bajêr Teyfîk Ariturk ku me jê agahî xwest got, "Hûn xelet dizanin. Eger hûn ji walitiyê destûr bigirin ez dikarin agahî bidim we." û bi vî şikli agahî neda me. Li gel ku me ji walitê destûr jî girt, Ariturk, agahî neda me.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


