KCK'ê li Qendîlê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dîroka vekişînê eşkere kir. Vaye hin not:
Serokê Konsera Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan, Endama Dîwana Kongra-GelHacer Zagros û Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Zeki Şengalî bi hev re li Qendîlê derketin pêşberî çapemeniyê û daxuyanî dan. Zêdeyî 30 televîzyon û gelek rojnamegeran daxuyaniya şopand. Ji dinyayê Reuters, AFP, BBC, El Cezire, ji Tirkiye televîzyonên tirkî, televîzyonên kurdan, gelek tv û rojnamegeran eleqe nîşanî daxuyaniyê da.
Karayilan bal kişand ser rewşa kurdan ku êdî bûne xwedî nasname. Karayilan li ser pêvajoya vekişînê jî got: “Ev pêvajoya ku heyî û pêngava vekişandinê ya ji aliyê me ve hatî destpêkirin, di çarçoveya hewildanên Îmraliyê de çêdibin. Bi serkeftina vê gavê dê gavên du alî jî bêne avêtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, dê başûrê kUrdistanê bibe cihê gerîla û got: “Di serî de Hikumeta Herêma Kurdistanê û bi giştî hêviyên me ji hemû aliyan eleqedar ew e ku bi rengek erênî pêşwazî ji mayîna hêzên me bi fermî li başûrê Kurdistanê bikin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de got ku pêvajoya çêkirin û qayîmkirina yekîtiya netewî ya kurd e. Di vê derbarê de got: “Di vê pêvajoyek wiha ku di Rojhilata Navîn û welatê me de guhertinên girîng û jiyanî rûdidin, em bang li hemû rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî û aştî çêbibe, platformek netewî (konferansa yekîtî, hevgirtin û aştiya kurd) li hev bicivin.”
Çend xalên Karayilan gotin bi vî rengî bûn:
1- Hêzên gerîla bêyî ku rê bidin pevçûnan, rêyên ku berî vê hatine bikaranîn dê di nava dîsîplînê bikar bînin û vekişin.
2- Vekişîn dê di çarçoveya amadekariyan de 8’ê gulana 2013'yan dest pê bike, dê kom bi kom û gav bi gav veşartî bê kirin.
3- Piştî vekişînê, gerîlayên HPG’ê dê bên başûrê Kurdistanê, ji bo wê ji hikumeta Herêma Kurdistanê tê xwestin ku bi awayek fermî li gel gerîlayên me tevbigerin.
4- Di dema vekişînê de her êrîşek, topbaran, operasyon û pevçûnek ji aliyê artêşa tirk ve rû bide ev pêngava vekişînê dê bê rawestandin û dê gerîla di çarçoveya parastina rewa de parastina xwe bike û bersiva êrîşan bide.
5- Di dema vekişînê de divê her du alî bi hestiyarî tevbigerin û hewildanên dijberî nekin û destûra provokasyonan nedin. Her wiha dewleta Tirk jî di çarçoveya peyama ku Serok Apo di nameyên xwe de ragihandiye û dewleta Tirk dizane tevger bike.
6- Ev pêvajo dê ji aliyê heyetek bê alî û serbixwe ve bê şopandin, hem başî û xirabiyên wan bişopîne û ji bo ev pêvajo bi awayekî serkeftî bi encam bibe dê bişopîne.
Her wiha Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan sipasiya kovara Time kir ku navê Ocalan xistiye nav lîsteya 100 kesên herî bi bandor a dinyayê. Karayilan sipasiya rêberê Sinn Fein Garry Adams jî kir ku wî jî ji bo vê lîsteyê li ser Ocalan nivîseke nivîsandiye.
Nûçe ji Ajansan, foto ji DÎHA'yê hatiye girtin


