• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Ez careke din namzeta xizmeta demokrasiyê me

Dîrok : 04 12 2008 | Beþ :

Serbest

 

Feleknas uca

Di sala 1999’an de bi temena xwe ya 22 salî, ji bo Parlamena Ewropayê (PE) ez hatim hilbijartin. Ez li dinyayê, yekemîn parlementer a ku bi nasnameya xwe ya kurd ji bo parlamenekê hatibû hilbijartin bûm.

5 sal piþtre, hilbijêrên min carêke din baweriya xwe dan xuyakirin û ez cara duyemîn wekî endama Parlemana Ewropayê hatim hilbijartin. Li Parlamena Ewropayê bi 6 hevalên xwe yên Partiya Çep (DIE LINKE) di nav Koma Yekgirtî ya Çepên Ewropayê/Keskên Çep a Bakur  (GUE/NGL) de cih digirim.

Min di dama duyem de, wekî endam û koordînatorê GUE/NGL di Komîsyona Peþveçûnê de cih girt û di heman demê de ez endama Civata Parlamenên Hevbeþ a YE-Tirkiyeyê bûm. Heta îro jî, ez xebata xwe wekî endama cîgir di Komîsyona Jinan û Komîsyona Mafên Mirovan de dimeþînîm. Derveyî vê jî ez ji nû ve wek Seroka Cigîr ji bo koma li hember nijadperestî û dijminiya beyaniyan hatim hilbijartin.

Di xebata xwe ya Komîsyona Pêþveçûnê de min hewl da ku ji aliyê YE'yê ve tedbîr li dijî xizaniya li welatên li paþmayî werin stendin.

Wekî tê zanîn di welatên paþdamayî de wekhewî ji bo jinan nîn e. Di van civakan de jin û zarok di bin zextên civakê de dipeliþin. Bi taybetî jî, di heremên þer de, jin û zarok mexdûrên êrîþên çerdarî ne. Min di nav danûstandinên xwe yên bi endamên parlamenê û di nav komîsyonan de hewl da ku polîtîkayêke dadmenî were darxistin, da ku li welatên paþdemayî xizanî û cudakarî kem bibe.

Yek ji xebatên min ên bingehîn jî ji bo mafê mirovan e. Wekî tê zanîn di kewçêra 2005’an de muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê yên bi YE'yê re dest pê kirin. Her çiqas Tirkiyeyê di warê hiqûqî de çend gavên girîng avetibûn jî, li Tirkiyeyê zordarî û zext li dijî kemnetew, gel û baweriyên din her diçe zêde dibe. Raman li Tirkiyeyê ne azad e û di salên dawî de hejmarêk zede nivîskar û humermend ji bo ramanên xwe tên cezakirin. Ez bi danûstandin û xebatên xwe hewl didim ku YE û Parlamena Ewropayê hewldanên xwe darberê çareseriya pirsgirêka kurd de û ji bo avakirina demokrasiyê li Tirkiyeyê sist negire.

Ji bo vê yekê jî ez her dem li gel kesên muxalîf bûm. Min di nav komên çavdêr a hilbijartinên Tirkiyeyê de cih girt û herî dawî beþdarî xebata konferansa bîranîna 70'emîn salvegera komkujiya Dersimê bûm.

Hilbijartinên Parlamena Ewropayê di 7’ê pûþpera 2009’an tên lidarxistin. Ez û hevalên min yên çep (DIE LINKE), ger em careke din bên hilbijartin, emê xebata xwe li hember lîberalîzma nû, li dijî mîlîtarîzmê û li hember hewldanên dij demokratîk bidomînin.

Di hemû demên nûneriya perlamenê de, min tu cudatî nekiriye nav beþên civakî û rexistinên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê. Min her dem ji hilbijêrên xwe hêz girtiye. Piþtgiriya kurd û biyaniyên din li Ewropayê bûye yek ji sedemên bingehîn, ji bo serkeftina proje û kampanyên ku min û hevalên xwe yên parlamenê bi rê ve birine.

Ez bi vê nivîsa xwe endamediya xwe ji bo Parlamena Ewropayê eþkere dikim. Û hêvî dikim ku ronakbîr, nivîskar, humermendên kurd û saziyên hemû parçeyên Kurdistanê ji bo hilbijartina min piþtgiriya xwe amade bikin. Ez dizanim ku ev hilbijartin li Ewropayê tê lidarxistin. Lê polîtika dinyayê navneteweyî ye û piþtgirî jî dê navneteweyî be.

Ji Welat hatiye girtin
 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Wê gaza kurdan bikare ji bo Ewropayê cihê Rusyayê bigire?

Wê gaza kurdan bikare ji bo Ewropayê...

03 02 2023

Li ser 'Þeþaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin

Li ser 'Þeþaqil' a Cîhan Roj heft...

31 01 2023

Em xwe nû dikin

Em xwe nû dikin

30 01 2023

Gelemþeya Binavkirinê Wêjeya Dijkolonyal û Postkolonyal

Gelemþeya Binavkirinê Wêjeya...

26 01 2023

Ev jî hene

Danêrê tangoyê ZIRYAB ê bi eslê xwe kurd!

Danêrê tangoyê ZIRYAB ê bi eslê xwe kurd!

30 04 2016

Zana Farqînî: Li ser kurdî bandora neyînî ya tirkî*

Zana Farqînî: Li ser kurdî bandora neyînî ya tirkî*

07 03 2008

Newroza Sor

Newroza Sor

26 03 2012

Zimanekî navmalî-navxweyî dê çawa ji derbên emperyazlîzma ziman rizgar bibe?

Zimanekî navmalî-navxweyî dê çawa ji derbên emperyazlîzma ziman rizgar bibe?

03 02 2014

Çend gotin li ser romanên siyasî

Çend gotin li ser romanên siyasî

12 09 2019

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Romana nûjen an jî kevneþopîn?

Çorê ARDA

Çorê ARDA

Anatomiya Fermana Dîtiran

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Kovarê kirmanckî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

KORERÊYA VEBÊJ

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2023 Diyarname