Zekî Ozmen
Kluba sporê ya kurdan a bi navê Kurdistan SV bi coşeke mezin cihekî nû vekir.
Kurdistan SV ku ji sala 1998’an ve li bajarê Wetzlar a Almanyayê di Lîga Futbolê ya Herêmî ya B’yê dê dilîze, di deh saliya xwe de cihekî klubê ya mezin ya ku bêhtir bikare xizmet têde bê kirin vekir. Digel lîstikvanên Kurdistan SV û malbatên wan, gelek ciwanên kurd beşdarî şahiya vekirinê bûn û heta derengiya şevê bi stranên Koma Hawar a girêdayî Komela Kurd ya bajarê Giessenê xebatê dimeşîne, coşiyan û govend gerandin.
Emê sê tîmên futbolê yên nû damezirînin
Antrenorê tîma Kurdistan SV Manfred Velder di şahiyê de got ku bi vekirina vê cihê mezin derfetek mezin ji bo karên spor û çandê vebûye û ewê hewl bidin digel tîmeke nû ya ciwanan, tîmeke navseran û tîmeke zarokên kurdan ya futbolê jî di bin sîwana Kurdistan SV de damezirînin û van xebatan emê di vê cihê nû de bikin.
Ji endamên desteya birêveber a Kurdistan SV ya ku niha 35 lîstikvanên wê hene, Mehmet Seçkîn jî ji bo me got ku li herême Wetzlar û Giessenê bi hezaran kurd dijîn û ew dixwazin bi vê klubê deriyekî nû ji bo ciwanên kurd vekin. Seçkîn wisa berdewam kir: “Bi vekirina vê klubê re derfetên nû ketin destê me. Em dixwazin di pêşerojê de xizmetên çandî jî di bin sîwana kluba xwe de bikin. Bi hezaran kurd li vê herêmê dijîn û gelek ciwan hene ku bê alternatîf û ji civaka xwe dûrketî dijîn. Em bi taybetî dixwazin xwe bi vê riyê bigihînin wan ciwanan û wan bi çand û nasnameya wan bidin nasîn.”
Kurdistan SV Spor platforma danasîna kurdan e
Mehmet Seçkin behsa sedema navê hilbijartina navê kluba xwe jî kir û wisa axivî: “Rast e antrenorê me alman e û sê lîstikvanên me yên biyanî jî hene lê belê em klubeke kurdên li Almanyayê dijîn e. Ji hêla din ve her hefte di çapemeniya herêmî de encamên lîstikên me diderkevin û navê Kurdistanê bi vî awayê tê nivîsandin û danasîn. Ev
dibe platformeke baş ya ku alman kurdan jî nas bikin.”
Endamê desteya birêvebir ya Kurdistan SV bang li ciwanan kir ku ew jî tevlî Kurdistan SV bibin û diyar kir ku deriyê wan heta dawiyê ji hemû kesîr re vekiriye.
Bila karbidestên kurd sponsoriya me bikin
Mehmet Seçkîn di dawiyê de rewşa klubê ya aborî jî anî zimên û diyar kir karbidestên kurd yên li herêmê dijîn zêde destgirtî ne û xwe nadin ber sponsoriyê. Seçkîn bi van gotinan bersivên pirsên me temam kirin: “Sponsorê me heye lê belê qet têrê nake. Pêdiviya me ya aborî heye lê belê karbidestên kurd ên li herêmê dijîn di warê sponsoriyê de qels in. Mixabin karbidestên kurd hene ku sponsoriya xwe didin tîmên futbolê yên tirk û alman lê nadin me. Em bi riya we careke din bang li karbidestên kurd ên li herêmê dijîn dikin: Em klubeke futbolê ya kurd in û dixwazin bi navê klubê xizmeta kurdan bikin û kurdan bi vê rêbazê bi kesên li vê herêmê dijîn bidin nasandin. Lê belê ji ber kêmasiya aborî pirsgirêkên lîstikvankirînê hene û ji ber rewşa aborî ya ne beş ya kluba me gelek ciwanên kurd ji ber wê yekê di tîmên futbolê yên biyanî de dilîzin. Kurdistan SV xizmeta sporî û ya civakî ji bo kurdan dike û em ji ber vê yekê dixwazin karbidestên kurdan jî bi sponsoriya xwe ya ji bo me bibin sedem ku em bikaribin xizmeta xwe berfirehtir bikin.”


