PARÎS
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), ji bo redkirina zagona ku li Tirkiyê li ser înternetê qedexe û sansûreke mezin pêk tîne, bang li Serokwezîrê Tirkiyeyê Abdulah Gul kir û jê xwest ku zagonê red bike.
RSF ku navenda wê li Parisê ye, ji ber ku di 5’ê reşemiya 2014'an de ji aliyê Meclisa Tirkiyeyê ve zagona ku sansurê li ser înternetê giran dike, nerazîbûneke tund nîşan da.
RSF’ê ev zagon wekî ‘dijminê azadiyê’ nirxand û got ku “ev erêkirin ji bo azadiya agahî girtina di înernetê de felakatek e. Raye û derfetê dide hikumetê ku ew bi awayekî hê berfirehtir înternetê sansûr bike, kesên ku wê bi kar tînin bişopîne û rê û rêbazên ku di aliyê teknîkî de alîkariyê didin bixe bin qontrola xwe.”
Sekreterê Giştî yê RSF’ê Christophe Deloire got: “Di mijara sansura sîber de jixwe li ser Tirkiyê fikarên me hene. Bi vê qanûnê merhaleyeke girîng tê derbaskirin. Em bi awayekî bi israr bang lê dikin ku Serokwezîr Gul ev zagona ku li dijberê makezagona Tirk û peymanên navneteweyî ye ku Tirkiyê jî erê kirine ye, qebûl neke û red bike.”