logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Îstîrîdyeya Zêrîn kete ‘Qutiya Pandorayê”

Di San Sebastian de Yeşîm Ustaoglu bi “Pandora’nın Kutusu” xelata Îstîrîdyeya Zêrîn, Mexmelbaf jî xelat taybet girt.

  • Dîrok: 28/09/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

Diyarname
Di Festîvala San Sebastian de Yeşîm Ustaoglu bi “Pandora’nın Kutusu” xelata Îstîrîdyeya Zêrîn, Semîra Mexmelbaf jî xelata taybet girt.

56’emîn Festîvala Fîlman a San Sebastianê îsal di 18’ê vê mehê dest pê kir û 27’ê mehê bi dawî bû. Di festîvalê de di bin serokatiya derhênerê amerîkî  Jonathan Demme de jurî ji  Michael Ballhaus, Martina Gusman Urruti, Masato Harada, Nadine Labaki, Clare Peploe û Leonor Watling pêk dihat. Juriyê xelata mezin a festîvalê Îstîrîdyeya Zêrîn da derhêner Yeşîm Ustaoglu. Fîlmê Ustaoglu “Pandora’nın Kutusu” (Qûtiya Pandorayê) wekî fîlmê herî serketî hat hilbijartin. Di festîvalê de lîstikvana heman fîlmê Tsilla Chelton tevî Mesissa Leo (bi rola di fîlmê Frozen River de) xelata Lîstikvana Herî Serketî bi hev re par ve kir.
Di fesTîvalê de derhênerê îngilîz Michael Winterbottom bi fîlmê xwe “Genova” xelata Derhênerê Herî Serketî, derhênera îranî Semîra Mexmelbaf jî bi fîlmê xwe “Asbe du-pa” (Hespê du ling) Xelata Taybet a Juriyê girt. Her wiha lîstikvan Oscar Martinez jî bi rola xwe ya di fîlmê “El nido nido vacio” xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt.

“Qutiya Pandorayê” bi xelatan vedibe

Di fîlmê derhêner Yeşim Ustaoglu de Tsilla Chelton, Derya Alabora, Ovul Avkiran, Onur Unsal û Osman Sonant dilîzin. Fîlmê ku hê li Tirkiyeyê nehatiye nîşandayîn li dinyayê xelatan berhev dike jî.
Derhêner Ustaoglu ku li ser pirsgirêkên civakî fîlman dikişîne heta niha  “Bir Ani Yakalamak” (1988), “Magnafantagna” (1989),  “Duet” (1990), “Otel” (1992), “Îz” (1994) , “Guneşe Yolculuk” (1998), “Bulutlari Beklerken” (2003) kişandine. Ew niha jî bi “Pandora’nin Kutusu” ku senaryoya wê Ustaoglu û Sema Kaygusuz nivîsandiye di rojevê de ye.
“Qutiya Pandorayê” li ser çîroka sê xwişk û birayan e. Ew dema dibihîzin dêya wan a extiyar winda bûye, ber bi navçeyeke biçûk a Rojavayê Behra Reş de diçin. Di rê de pirsgirêkên wan û xirecira di navbera wan de derdikeve holê, dema digihîjin ber diya xwe ya ku pê hesiyane bi nexweşiya Alzheimerê ketiye ew vê carê xwe dikişînin ber lêpirsînê. Dema Qutiya Pandorayê vedibe di navbera dayik û neviyê wê de nêzîkbûneke dertê holê.
Fîlmê du di 2006’an de li Festîvala Fîlman a Selanîkê xelat girt, li Tirkiyeyê dê di Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn ya li Antalyayê de (10-18 rezber 2008) jî bê nîşandayîn.

Ji ‘Textê Reş’ heta ‘Hespê du ling’

Derhênera îranî Semîra Mexmelbaf ku bi fîlmê xwe “Asbe du-pa” (Hespê du ling)” Xelata Taybet a Juriyê girt heta niha şanenava xwe avêtiye bin fîlmên: “The Apple” (Sêv), “Textê Reş”, “God, Construction and Destruction as part of 11'9''01 September 11 (11 Rezber), “Piştî nîvro saet pênc”.
Mexmelbaf li Tirkiyeyê û di nav kurdan de zêdetir bi fîlmê Textê Reş  tê nasîn û ew keça derhênerê navdar Muhsîn Mexmelbaf e.
Semîra Mexmelbaf “Textê Reş” li ser têkoşîna jiyanê ya kurdên ser sînorê başûr û rojhilat a piştî komkujiya Helebçeyê kişandiya. Mamosteyên ku textên reş li ser pişta wan e gund bi gund digerin ku dersê bidin zarokan û bi vî awayî jî jiyana xwe didomînin. Fîlmê bi kurdî li dinyayê gelek hat ecibandin û di sala 2000’î de li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Taybet a Juriyê girt. Her wiha digel xelatên ku li Îtalya û Amerîkayê girt, ji UNESCO’yê jî Xelata Taybet a Çandê girt. Mexmelbaf bi fîlmê xwe yê nû jî yekem xelata xwe girt.

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Cenazeya Sîdar Sakik hate definkirin

ad

Bi sala nû re LEWerger’a nû hat

ad

Encamên fermî yên hilbijartina Başûr eşkere kirin

ad

Yekem kovara kurdî ya LGBTT ‘Hevjîn’ derket

ad

Wêneyê rojê: Piştî 27 rojan li ber Minareya Çarling

ad

Li Almanyayê stêreke kurd diçirise!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname