logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Bakirhan: Kurd dixwazin di nav aştiyê de bi ziman û hebûna xwe bijîn

  • Dîrok: 27/05/2025
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, li Meclisê di civîna koma partiya xwe de axivî. Bakirhan, bal kişand ser hevdîtina bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re û got ku hevdîtineke baş bû û dê têkiliyên wan bidomin.

‘Em bi hev re rêgeha xwe diyar bikin’

Bakirhan diyar kir ku erdnîgariya Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin û got: “Hinek hêz cihê xwe diguherînin. Rojhilata Navîn dîsa di hedefê de ye. Hevsengiyên berê serûbin dibin û her kes ketiye nava fikara xêzkirina rêya sedsala pêşiya me. Bêguman em jî ji van geşedanên li cîhan û Rojhilata Navîn azade nînin. Tirkiye li kêleka geşedanên li Rojhilata Navîn e. Bi destpêkirina vê pêvajoyê re em jî dibêjin ku werin em bi hev re rêya xwe, rêgeha xwe diyar bikin.”

Bakirhan axaftina xwe wiha domand: “Bila tu kesên din rê û rêgeha me diyar nekin. Bila gelên Tirkiyeyê rêya me diyar bikin. Bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ bibe rêya me. Bila rêya me komara demokratîk be. Rêyeke ku Kurd, Elewî tê de wekhev dijîn bila rêya me be. Nexwe rêya kesên rêya xwe diyar nekirine dê ji hêla hêzên emperyal û hegemonîk ve were diyarkirin. Li welatên wan rêyên wan diyarkirin jî xwin, êş û hêsir hene. Hesreta me tevan jî Tirkiye û Rojhilata Navîn a bêxwîn, bêhêsir û bêêş e. Em ji bo vê têdikoşin.

Abdullah Ocalan derfet afirand

Li vê xakê Tirk hene, Kurd hene, Elewî hene, Sunnî hene. Ji hemû rengên civakê mirov hene. Heke em bikarin feraseteke ku hemû rengên vê xakê di nav xwe de dihewîne pêş bixin; piştraste bin ku rêya me ber bi cihê herî baş ve bibe. Li vî welatî tu kes bi ser tu kesekî re nîne. Em tevek jî hemwelatiyên vî welatî ne. Di vê pêvajoyê de em dikarin bi mutebeqeteke Neteweya Demokratîk re zemîna wekheviyeke rasteqîn ava bikin. Belkî gelên Rojhilata Navîn cara ewil bêyî ku dîlên senaryoya tu kesên din bin bi xwe senaryoya xwe binivîsin. Em dibêjin werin em bi hev re senaryoya xwe binivîsin.

Banga birêz Ocalan, deriyeke ku em bikarin rêya xwe, senaryoya xwe bi hev re binivîsin û xêz bikin vedike. Pêkane ku di vê pêvajoyê de em îradeyeke hevpar a gotina xwe dike, bi xwe biryaran dide ava bikin. Dibe ku di demên berê de Rojhilata Navîn û Tirkiyeyeke demokratîk xeyal bû lê piştast bin ku bi vê pêvajoya dawî re ev êdî ne tenê xeyal e.”

‘Avakirina baweriyê girîng e’

Bakirhan got ku hem gelê Kurd û hem jî gelê Tirk bifikar nêzî pêvajoyê dibe û got ku girînge ku ev bêbaweriye ji holê were rakirin. Bakirhan da zanîn ku ji bo pêvajoy baş bimeşe divê ev baweriye were dayin û wiha got: “Ji bo avakirina vê baweriyê jî erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Di serî de AKP, dikeve ser milê hemû partiyên siyasî.”

‘Divê AKP biaxive’

Bakirhan anî ziman ku divê ewil AKP û hemû kesên di partiyên siyasî yên cuda de xwedî tecrûbe di vê pêvajoyê de biaxivin û wiha axivî:

“Ji bo civakîbûna vê pêvajoyê divê ew jî bi pratîka xwe sûdewer bin. Ne tenê DEM Partî, divê her kes bi cisaret be û bi berpirsyartî tevbigere. Em dibînin ku MHP ji bo pêvajoyê ji girseya xwe re vebêje di nava hewldanekê de ye. Sekna partiyên muxalîf jî xerab nîne lê divê ev tenê bi gotinê bisînor nebe, bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigirin. Li her derê gel pirsa ‘Ev pêvajo bi mehan berê dest pê kir û hûn li qadan e lê çima îktîdar wiha bi tirs tevidgere?’ Îktîdara ku ji bo hilbijartinê gund bi gund digere, çima niha naçe û pêvajoyê venabêje? Hêvîdarim di pêvajoya pêş de em îktîdar û muxalefetê li qadan bibînin ku mîna me gel agahdar bikin û pêvajoyê vebêjin. Divê AKP berpirsyartiyeke mezintir li xwe bigire, bi cisaret biaxive û zimanê çareseriyê pêş bixe. Divê gavên baweriyê xurt dikin biavêjin. Li rexekî em li ser aştiyê diaxivin lê li rexa din li girtîgehan êşeke mezin heye.

Rojê du canaze ji girtîgehan derdikevin

Li gorî daneyên Wezareta Dadê, her roj 2 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Di 515 rojan de hezar û 26 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Belkî bihatina tedawîkirin wiha nedibû. Hema hema her roj 2 cenaze ji girtîgehan derdikevin. Bidawîkirina vê rewşa hovane, gava ewil û lezgîn a aştiyê ye. Divê gavek jî têkildarî sererastkirina di înfazê de be. Bi hezaran kesên bi sala ye bi keyfî di girtîgehan de tên ragirtin, dibin sedema binpêkirina edaletê. Divê her kes vê rastiyê bibîne.

Pêwîst e girtîgeh bên valakirin

Hewceye qanûna înfazê ku baweriya bi edaletê tune kiriye, êdî li gorî standartên demokratîk jinûve bê sererastkirin. Divê girtîgeh bên valakirin. Heke paketeke di vê çarçoveyê de em ê piştgiriyê bidin.

Tayînkirina qeyûman

Di dawiya hefteyê de em li Amedê bûn û konferansa me ya rêveberiyên herêmî hat lidarxistin. Hat gotin ku bidawîkirina sepana qeyûman û bihêzkirina rêveberiyên herêmî dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pir sûdewer be. Sepana qeyûm ku mudaxileya li dijî vîna gel e, li dijî demokrasiyê ye. Divê Tirkiye di serdemeke ku li aştiya xwe digere de xwe ji vê belaya qeyûm rizgar bike.

Zimanê medyayê pêvajoyê jehrî dike

Yek ji gavên baweriyê pêş dixin jî zimanê medyayê ye. Sedsalên pêşiyê bi zimanê berê ava nabe. Bi wî zimanî zemîneke demokratîk ava nabe. Divê zimanê medyayê tavilê biguhere. Hêj jî zimanekî pêvajoyê jehrî dike heye. Yên dizanin û nizanin her kes diaxive. Divê Tirkiye êdî ji van şîrove û nêzikatiyan rizgar bibe. Zimanê kesên ji serê sibê heta êvarê heqaretê li nirxên me dikin, pêvajoyê jehrî dike. Gelê me ji vî zimanî gelek aciz e. Ev pêvajo ji ewil bi ziman dest pê dike û divê ji ewil zimanê medyayê biguhere. Medya çiqas zimanê çareseriyê pêş bixe, pêvajo jî dê ewqas civakî bibe.

Gelo em çi dixwazin?

Ji me dipirsin, dibêjin; ‘hûn çi dixwazin?’ Ez jî bersivê didim wan kesên fikarên wan hene; derdê me bi nirxên Tirkiyeyê re nînine, derdê me bi karektera rejîma nedemokratîk re ye. Bi karektera welatiyê Elewî nas nake re ye. Em bi formula dewlet û demokrasiyê re ne. Em tevek bûn şahid ka dewleteke demokratîk nebe çi bi serê vî welatî anî. Em welatekî ku ziman, çand, nasname û hebûna Kurdan red nake û Elewî jî weke hemwelatiyên wekhev dijîn dixwazin. Em, hemwelatiya wekhev û demokratîk dixwazin. Ma kî dê ji vê aciz be? Bila welat demokratîk bibe û her kes wekhev bijî.

Bi rastî jî dema mirov li kanalên televîzyonê dinêre mirov şaş dibe; henekên xwe bi aqilê gel dikin. Kesek derketiye, navê wî jî Bariş e, dibêje ‘Ev pêvajoya aştiyê dê welat parçe bike.’ Em mat dibin. Em daxwaza hemwelatiya wekhev a demokratîk û bihêzkirina rêveberiyên herêmî dikin. Em naxwazin qeyûm tayînî îradeya Êlihê were kirin. Em dibêjin bila rayeyên rêveberiyên herêmî bên zêdekirin û bêhtir xizmet ji rêveberiyên herêmî re bê kirin. Em naxwazin qeyûm bên tayînkirin.

Aştî ji me mezintir e

Di menzîla vê pêvajoyê de demokrasî û hiqûq heye. Cewhera vê pêvajoyê, hiqûqeke xwişk-biratiyê ya wekhev û mutebeqeta civaka demokratîk e. Tekane pira ku dê me bigihîne civakad demokratîk, aştî ye. Em ê bi hev re vê pirê ava bikin. Ji ber ku aştî mafê me tevan e, divê em bi hev re biparêzin û vê pirê bi hev re ava bikin. Hin kes bi zanebûn der heqê me de wisa dibêjin. Pirsên weke ‘Gelo hûn ê bi AKP û MHP’ê re lihev bikin?’ dikin. Ez bi zelalî bibêjim; aştî û demokrasî ji me jî, ji Tifaqa Cumhur jî mezintir e.

Piştrast bin ku dijberên aştiyê çi bikin jî em ê rê nedin wan. Em ê dev ji rêya xwe ya rast bernedin. Em ê nehêlin ji bo jiyana luks a hin kesan pêşeroja milyonan were tunekirin. Em soza vê didin. Em êdî naxwazin darbestên zarokên vî welatî li ser milên xwe bibin. Em dixwazin aştiyê li milên xwe bar bikin. Em duh jî ji bo welatê hevpar amade bûn îro jî amade ne.

Temînata qanûna bingehîn

Xwişk-biratiya xwe ya hezar salî em tenê bi destûreke bingehîn a demokratîk ku xwe dispêre hemwelatiya wekhev misoger bikin. Em di salvegera 27ê Gulanê de ne. Dixwazim dîsa bang bikim; em dikarin wesayeta leşkerî û çanda derbeyê bi peymaneke demokratîk bi temamî ji holê rakin. Jehrkuja derbeyê jî siyaseta azad e, hiqûqa gerdûnî ye, lihevkirina demokratîk e. Divê êdî bala siyasetê li çareseriyan be. Ev nêrîn dê bikare veguherîneke destûra bingehîn bi xwe re bîne. Divê nîqaşa li ser destûra bingehîn, di çarçoveya demokrasî, edalet û azadiyê de bibe qadeke muzakereyên jidil.

Em ne wesayeta berê ne jî navendîbûna heyî dê qebûl bikin. Em Rêya Sêyemîn in. Em, zemîna demokratîk in. Rêya me, ji bo 86 milyon welatiyan aştiyê û pêkvejiyanê dixwaze. Em cihgir û hêmayên bazariyê yên tu kesekî nînin. Em DEM Partî ne. Em partiyeke wisa ne ku bi hezaran hevalên me canê xwe ji dest dane û ev 40 sal in tevî ewqas zilm û êşê jî kariye xwe li ser pêyan bigire. Em bûne zemîna herî sereke ya Tirkiyeyê.”
 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Helbestên ramanî, felsefî, kûr: 'Şorişa Xebera'

ad

Kongreyên navçeyên DTP'a Stenbolê temam bûn

ad

Bextiyar Elî ligel "Hinara Dawî ya Dinyayê" xwe li Frankfurtê bû

ad

DTP'yi ji nameyên ku hat bi jehrê ketin

ad

Ji bo 6 salan îmzeyê davêje

ad

Ekrem Îmamoglu gotina xwe ya li ser perwerdehiya kurdî got

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname