Behlûl Zelal
Yekî ji me li devê dêrî dibû nobedar, yekî ji me devê qoÅŸxaneya meqernayê ku li ser sobê dikelî hildigirt. Yê dî jî, bi lepan, ji kîsê naylonî, meqerne derdixist û bi ser qoÅŸxaneyê ve zêde dikir. Bi piranî, meqerne têra me nedikir. Åževa ku ÅŸîva me meqerne bû, em her sê bira pev diçûn. Lowma me ev rê ji xwe re dîtibû. PiÅŸtî ku diya min, meqerne diavêt nav ava ku li ser sobê dikelî û diçû ku kar û amedakariyên êvarî bike, me jî meqerne li qoÅŸxaneyê zêde dikir. PiÅŸtî her carê jî diya min digot: “Ev meqerne qet ne baÅŸ e, dibe weke hevîr.”
Çûna qaçaxçiyan ya binya xetê, peroÅŸek li ser gund bela dikir. Hinekan barê xwe diÅŸidandin, hinekan ji xizmên xwe re dia dikirin. Hinan jî, ji kurên xwe re, ji mêrên xwe re, li ba melayê gund, niviÅŸt didane çêkirin. NiviÅŸtên ji bo çavan, niviÅŸtên ji bo qeza û belayan... Ji bo hin melayên ku niviÅŸt çêdikirin weha dihat gotin: “NiviÅŸta filan melayî, tivingê betal dike.” Çi heye ku hatina cendekê qaçaxçiyên li nav xetê dihatin kuÅŸtin, kêm nedibû. Qaçaxçî, yan bi qezayê dihatin kuÅŸtin -bi pêlêkirina mayinan- yan jî bi tivingên nobedarên xetê.
Rêzanan, çek û rextên xwe girêdidan, alavên xwe yek bi yek, bi cih dikirin. Ku karwanê qaçaxçiyan berê xwe dida aliyê xetê û piÅŸta xwe dida gund, kalemêr ligel tisbihên di destan de, dest bi xwendina diayan dikirin, pîrejinan jî, destê xwe ber bi jor ve hildidan:
“Perdeya Xwedê li ber we be inÅŸallah!”
“Bê hûn çawa çûn, wisa jî bi xêr vegerin.”
“Melaîketên Xwedê li ber we bin lawo.”
“Xwedê, mala feqîriyê xera bike, ma ku ne ji feqîrî û tinehiyê bûya, kê berê xwe dida riya çûn û nehatinê?!”........
Rêwîtiya qaçaxçiyan bi roj û mehan dom dikir. Riya ku diçûnê, riya çûn û nehatinê bû. Çûn hebû; lê veger ne diyar bû. Kavir û conegayên ku bi roj û mehan, me ÅŸivantî û gavaniya wan dikir piÅŸtî rêwîtiya di nav çiya û çolan de, dibûne gezeke xweÅŸ li ser sifreya ÅŸêniyên binya xetê. Li vegerê Kerên Åžamî bi xwe re dianîn. Bavê min digot, ji bo ku em pir fêde bikin; em kurtanê ker û hespan jî ji malê qaçax çêdikin.
Serê her ÅŸeveqa ku qaçaxçî li binya xetê bûn, dibû pilepila pîrika min: “Åževê dî jî nehatin. Xwedê dizane bê çi bi serê wan de hatiye. Heta dîkê serê sibê bang da jî, ez li hêviya wan mam. Kêliyek tenê jî çavê min neçûne ser hev; lê mixabin tu pêjin ji wan nehat.” Bi vê gotinê re , kevçî di destê me de sist dibûn. Bêyî dilê xwe me ÅŸorbeya nîskan dadiqurtand. PiÅŸtî ku qaçaxçiyan berê xwe dida binya xetê, kar û barê pîrika min ew bû, betanî li piÅŸta xwe dipêça, li ber pencereya ku li baÅŸûrê gund dinihêrî rûdiniÅŸt û ligel diayan tisbiha xwe, di nav tiliyên xwe de dibir û dianî.
Dema qaçaxçî diçûne binya xetê, hevalê min Zîwer dihate bîra min. Zîwerê ku bavê wî bi mayinan hatibû kuÅŸtin. Åževek û rojekê cendekê wî di nav mayinan de, di navbera her du têlan de mabû. Hevalên wî, ji ÅŸerman nedikarîn derkevin nava gund. Hinan malê xwe revandibûn, hinan jê jî bi sed kotekî canê xwe rizgar kiribûn; lê tu kes li cendekê hevalê xwe nebûbû xwedî. Bi sed lavelav û bertîlên ku dabûne qereqola sînor, cendekê wî ji nav mayinan derxistibûn û anîbûn li goristana gun defin kiribûn. Di her çûn û hatina kerwanê qaçaxçiyan de, ew roj tê bîra min. Zilaman gor dikolan; jin jî ligel zêmaran digriyan. Hevalê min Zîwer jî bêrawest digriya. Min ÅŸerm dikir li riwê wî binihêrim. Her çiqas di vegerê de, bavê min bi kerwên re nehatibû li binxetê mabû jî, min ÅŸerm dikir ku ez li riwê wî binihêrim.
Zivistan... Ku zivistan dihat, weke kirasê bûkê, dar-daristan, rez û zevî, çiya û newal seranser spî dibûn. Hesreta çukan, teyr û tilûran mistek reÅŸahî bû. Rovî diketin pînên mirîÅŸkan. Gundiyan xefk li ber ajalan vedidan. KîvroÅŸk, rovî, carinan jî gur, di wê serma ÅŸevên zivistanê de, heta berê sibê, di xefkan de hiÅŸk dibûn. PiÅŸtî barîna berfê, xort û zilamên gund derdiketin nêçîra kewan. Em zarok li hêviya mezinan diman. Me bi bayê bezê xwe diavête turikên bav, bira û apên xwe. Bi lez me kewên di turikan de dihijmartin. Dema diya min kew dipirtikandin min jê dipirsî:
“Dayê, bê tiving, kew çawan têne girtin?”
“Lawo, kew di berfê de nikarin bifirin.”
“Çima di berfê de nikarin bifirin?”
“Ku berf dibare, kew tiÅŸtekî xwarinê peyda nakin. Birçî dimînin. Ku birçî dibin, hêz di wan de namîne û êdî nikarin bifirin.”
“Bavê min jî wan bi destan digre, ne wisa ye dayê?”
“Erê lawê min, wisa ye , bi destan digrin, kewên birçî nikarin bifirin. Ma tenê kewên birçî ji qerem dikevin? Hemû ajal wisan in. Mirov jî wisan in. Ku mirov jî birçî dimînin, ji dest û piyan dikevin. Xwedê tu kesî tî û birçî nehêle”
“Kewên birçî, nikarin bifirin. Kew, kewên birçî... Birçîbûn....” Û ligel ku ez gelekî birçî bûm jî, min goÅŸtê wan kewan nedixwar. GoÅŸtê kewên birçî....
Ku berf dikete erdê, dinya sar dibû, her der dibû qeÅŸa. Di sermayê de, xwarina mewîj û bastêqê çi qasî xweÅŸ e. Me jî berîkên xwe bi mewîj, bastiq û hêjîrên hiÅŸk-kirî tije dikir û em wisan diçûne dibistanê. Êzingên darên berûyî di sobeya mezin ku ji sacê hatibû çêkirin de dibûn pereng. Lê heçî dîwarên dibistanê, mîna dîwarên zindanê sar bûn. Hemû dîwar bi ser min de dihêrivîn. Peyvên ku di hevokên mamoste de, weke libên tivingê li ser hev ji devê mamosteyî derdiketin û mîna ÅŸeqaman li hinarêkên me diketin, mêjiyê me dileqandin; bi hemû hêza xwe ji bo me dibûne tirs û xof. Ji tirsa hin peyvikên ku di rojê de hezar carî dihatin dubarekirin jî, ji bo me bêwate bûn êdî. Her tiÅŸt nediyar, her tiÅŸt tarî bû. Kesî nizanibû, bê kî dê lêdanê bixwara îro. Kesî nizanibû bê sîxurê axavtina kurmancî û erebî, navê kê û kê daye mamosteyî. Kesî nizanibû, bê gelo vê hefteyê, mamoste kê ji xwe re kiriye sîxur. Yan belkî vê hefteyê mamoste sîxurê xwe neguhertibû. Û carina jî yekî kevin û yekî nû hebû. Kî sîxur bû, kî ne sîxur bû, kî yê nû bû, kî yê kevin bû; kesî nizanîbû. Her kes, teqez carekê dibû sîxur, hin jê jî gelek caran dibûn sîxur. RûreÅŸî dibû para her kesî.
Me berîkên xwe bi mewîj, hêjîrên hiÅŸ-kirî û bastêqê û carina jî bi xurmeyên ku bavên me ji binxetê ji me re dianîn tije dikirin; lê me hemû nedixwarin. Me newirîbû. Me ew bixwarina jî, her tim me hinek di berîka xwe de dihiÅŸtin. Ew para sîxurê me bûn ku me dikir bertîl. Bi saya bertîlê, em ji lêdana mamosteyî xelas dibûn.
Êdî dem û demsal payiz e. Tiriyê mezrona bûye mîna miherkên kehrîbarî ya tisbiya kalê min. Xewa li nav rezan... Bayê ÅŸevê yê hînik, hemû bêhna giya, dar û kulîlkên çiyayê Bagokê dide ber xwe û bi ser me de belav dike. Balgiha bin serê me dixindire, lihêf di navbera min û birayê min de diçe vî alî û wî alî. Mar û dûpiÅŸk tên dibin mêhvanên xewa ÅŸîrîn û em di ÅŸeva sar a payiza Turabdîn de hildiçiniqin. Pîrika min li ber beroÅŸa dimsê ye. Heska darîn di dest de û ha û ha tev dide. Em pêÅŸî zerikek dims vedixwin ji kêf û mitaleyan, piÅŸtre em tiriyê qerisî dixwin. Ku me weÅŸiyên mewijên li ser axa sor raxistî berevajî kirin, dimîne karê bastêqê ku em ji cawa çapanî derxînin.
Åževeke ji ÅŸevên ku em li nav rezan bûn, leÅŸkerê qomando avêtiye ser gund. Birê min ê piçûk bi peroÅŸeke tevî tirs vedibêje: “Bavê min ew fotografa ku ji binxetê anîbû, bi lez bire koxê. Çêleka zer, cama fotografê ÅŸikand. Bavê min gelek xemgîn bû. Çêlekê bi ser fotografa ku me nas nedikir lê bi qasî fotografa di dîwarê dibistana me de mezin bû de rêx jî kiribû û ew fotograf li serxetê peyda nedibû.
Serê sibehekê, hevalekî min gazî min dike; bi dîzîka û bi pistepist. Ji devê deriyê hewÅŸa me, bi destan dibêje zû were. Ez tê derdixim, tiÅŸtekî nepenî heye. Bi lez di dêrî re derdikevim. Diya min, di pey min re gazî dike: “XwedênehiÅŸto, ma ne te hîna taÅŸtê nexwar. Çi hawar li te qewimî dîsa?...” Hevalê min, bi destê min digre û min bi xwe re kaÅŸ dike. Ez di nav mitaleyeke kûr de me. Gelo çi ye? Li piÅŸt xaniyê wan, cotek se bi hev û din ve zelîqîne. Serê her seyekî li aliyekî, berevajî dinihêre. PaÅŸiya wan bi hev ve ye. Em qederekê li wan temaÅŸe dikin. Åžehweta me temaÅŸevanan ÅŸiyar dibe.
PiÅŸtî demekê bi yek carê ligel zarokên din ku hatine temaÅŸeya cotê seyên bi hev ve zeliqandî, em êrîÅŸî kuçikan dikin. Em, bi dar û bêran, bi hemû hêza xwe, li navbera her du seyan dixin. Kuzekuz û ewtewta wan dilê me naêÅŸîne. Em wan di nav xwînê de dihêlin. Nola ku em tola xwe hildidin.
Em ÅŸekir û piskewîtan didine kurê serleÅŸkerê qereqola gundê me. Ji me re, dîmena dê û bavê xwe yê ku bi ÅŸevê li wan temaÅŸe kiriye vedibêje. “Ku bavê min xwe li ser diya min dirêj dike, dike virçevirç.” Em bi yek carê bi wî dikenin. Êdî bûye edet, kî kurê serleÅŸker dibîne, devê xwe weke devê wî dike û dike virçevirç.
Û êdî dibistana gund diqede. Ji bilî havînî, di hemû demsalan de xerîbî dest pê dike. Roj û meh, sal derbas dibin. Kewên birçî tên li xewên min dibine mêhvan. Åževên çêkirina dimsê... Åžemitîna li ser berfa hiÅŸkbûyî, li newalên gund. Ew fotografê ku bavê min ji binxetê anîbû, di her cara ku qomando diavête ser gund de, dibû mêhvanê çêlekên me. Di ÅŸevên zivistanî yên dirêj de, birçî dibim. Radibim, dîsa hevalan kîsê mewîj û bastêqa min vala kirine. Nivê ÅŸevê, polis me ÅŸiyar dikin ji xewa ÅŸîrîn. Hemû dolabên di xewgeha Dibistana me ya Leylî de vala dibin bi carekê. Pirtûk û kovar, kêr û dar, li ser hev kom dibin. Çêr li bin guhê hev dikevin. Åžev diçire dibe du qet. Qîrîn tev li hev dibin. Xew diherime. Xeyal nû dibin, hêvî diÅŸikihin. Di ÅŸûna hêviyên ÅŸikestî de, hêvîne nû ÅŸîn dibin û mezin... mezin dibin. PiÅŸtî her çûna polîsan, xortên li ser karyoleyên qawîÅŸan kêm dibin.
Gulan 2007, Amed
***
Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weÅŸandin:
- Vegotina nivîskî û devok
- ROÅžAN* CEJN** ÎD*** BAYRAM**** ÎDOÎBRÎXO*****
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil