Diyarname
Mebûsê CHP'ê Atilla Kart li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî axivî û got:
'Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî gerdûnî ye. Bêyî zimanê fermî tirkî ji holê rabe dikare perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn."
Kart li meclisê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Li ser pirsek ku BDP'ê li koma xwe axaftin bi kurdî kiriye, da zanîn ku ev yek li gor zagona partiyên siyasî û Zagona Bingehîn dikare bê nirxandin. Kart wisa got kir: "Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafeke ku divê ji bo hemwelatiyan bê qebûlkirin. Di vî warî de divê daxwaz û tercih bêne pejirandin. Digel vê zimanê fermî yê Komara Tirkiyeyê tirkî ye, divê ew bi tu awayî neguhere."