Omer Dilsoz
Bo min pir zehmet e ku ez pênaseyekê bo şairekî gewre bibînim, a rast deqa wî, peyvên wî yên –Palgeh ji Işqê re- jixwe her tiştî vedibêje.
Lê dîsa jî heke mirov her diviya pênasekê bibîne, ez ê bo mamê Berken, peyva herî maqûl ku bikaribim wî û deqa wî bişibînimê Çiya ye.
Çi ko, heçî çiya ye, di lîteratûra me vî “qewmê çiyê” de, yekser beramberî “hebûnê” ye. Gava kurd bê gotin, yekser “çiya” tê fêmkirin lewra gava helbesta kurmancî jî bê gotin, yekser Berken Bereh tê zanîn.
Van rojan berhema wî ya şeşê, “Ji Dûriyê re” ji Weşanên Lîsê derçû. Şeş, kaniyên ji dilê vî çiyayî bilind derbûn, di welatê peyva kurdî de, bîstanên rengoreng ên hezarçeşnî li ber avî dibin di welatê deşt û çiya de.
Berkenê ku bi “hezkirin çûkeke koçber e/ ku koç kir hew vedigere” dizgîn û hevsarê peyvê di newqa hespê rewan ê zimanê çiyê dişidîne, di vê berhema xwe ya nû de, weke darekî fêkî ku stewiyabe û êdî berê wê li hasilê ye, hiş û dilê xwêner bi rûyê wî yê rastîn dihesîne û bi xwe vedicinîqîne. Berken, bi helûniya wan peyvên nerm me dibe dinyaya xwe ya hundirîn û li wir, bi kubariyeke şaîrane li rastiya “êşê” dilikumîne.
Mamê Berken dibêje;
-de heydê raneweste
em careke din xweliyê li serê xwe bikin
bila dengê min bibirre kembera te biherike xwîn
hûr hûr bibin qumçên xemrî li ser sîng
bi kerb û bi şewat... bi şewat... şewat
em bialêsin gemara li ser xencerê
…
Û bi vê re berê me dide dengvedana ji êşê ku ew jî “şewat e” û bi “gemara ser xencerê” bala me dide wî dengê çiyayê berz ku li ber çarenûsa xwe bi şewat maye. Gava dibêje, “Em careke din xweliyê li serê xwe bikin” hem jêrehişa kurmanciyê dihingêve û hem jî ev çarenûsa ku “jovanî” tê de tim şabenda jiyanê ye, tîne ber çavên me û dubarebûna êşekê ku bi “xwelî bi serê xwe dakirin”ê re heman barî hildigire, raberî me dike.
Bi kurtî, Berken, hosteyê peyvê, zanayê çand û dîrokê, şarezayê hestûbestên giyanê mirovî ye. Dengê bilind ê çiyayî li ser hemû dengan digerîne û wê kelepora Botana Kurdistanê ya xwedan binîşeke heşt hezar salî diqîrîne ber perrê cîhanê.
Berken Bereh kî ye?
Berken Bereh helbestvaneke kurd e.
Di sala 1954'an de li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye. Di sala 1978'an de dest bi nivîsandinê bi zimanê kurdî kiriye. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêj de (yekemîn kovara kurdî ye li bakur) de hatiye belav kirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî mîna (Tîrêj, Nûdem, Jiyana Rewşen, Hîwa, Azadiya Welat, Tîroj û yên internetî û hwd.) de belav bûne. Di sala 1999'an de bi navê "Kulîna Kulîlkan" kovareke internetî amade kir. Çar hejmar derket. Ev yekemîn kovara internetî li bakur bû. Pirtûkek helbestan bi navê " Êş " Di sala 2001'an de, herweha yek bi navê " Şagirtên Evînê " di 2003'yan de bi rêya Weşanên Sî li Stenbolê û "Pandomîm" 2006 li Amedê Weşanen Belkî û "Şîna Helbestê" 2008 weşanên Doz çap bûn.li zanîgeha Bilgi yê ya stenbol,ya colemêrg û her wiha li gellek bajarên Kurdistanê wek Hewlêr,Duhok,Amed,Wan tevlî festîval û konferansan bû û teblîx pêşkêş kir.Ji bilî navê xwe Berken Bereh bi mexlasên mîna Serwer Botî,Argeş Amedî û Mem Bêtîr jî gotar û nivîs lê kir û weşand.Niha jî di malpera Diyarnameyê de panzdeh rojn carekê gotarên xwe belav dike.
Êş, Helbest, Weşanên Sî (2001)
Şagirtên Evînê, Helbest Weşanên Sî (2003)
Pandomîm, Helbest, Weşanên Belkî (2006)
Şîna Helbestê, Helbest, Weşanên Doz (2008)
Dilê Min Palgeh e ji Işqê re, Helbest, Weşanên Lîs (2010)
Ji Dûriyê re, Helbest, Weşanên Lîs (2013)
omerdilsoz@yahoo.com
Ji Yuksekovahaberê hatiye girtin