Enqere
Ji bo endametiya "Komîsyona Çareseriyê" ya Meclisê endam diyar bûn. BDP'ê Parlamenê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû wekî endamê komîsyonê diyar kir. AKP'ê jî ji Îdrîs Şahin bigire heta Mehmet Metiner hin kesên ku kurd ji wan hez nakin kirin endamên komîsyonê.
BDP'ê ji bo endametiya "Komîsyona Lêkolînkirina Rêyên Aştiyê û Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê" ku der barê pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd de hat avakirin, Parlamenterê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû diyar kir. BDP'ê navê Zenderlîoglû pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir.
Di komîsyonê de wê AKP bi 10 endaman û BDP jî bi tenê bi endamekî were temsîlkirin. CHP û MHP hê biryara xwe nedane ku endaman bidin komîsyonê yan na.
Navên AKP'yiyên ji bo komîsyonê hatine diyarkirin jî ev in: "Yalçin Akdogan, Nacî Bostanci, Îdrîs Şahîn, Fatoş Gurkan, Mehmet Metîner, Abdulkerîm Gok, Fatîh Çîftçî, Zîver Ozdemîr, Kerîm Yildiz, Îsmet Ûçma."