Diyarname
Di lîga mezin a Almanyayê Bundesliga de maça du tîmên mezin, ya Bayern Munih û Borussia Dortmundhe hebû. Bayerê bi 3-1 reqîbê xwe têk bir û berî lîg bi dawî bibe bi 3 hefteyan şampiyoniya xwe ragihand. Bi vê yekê re bû 10 salan ser hev de dibe şampiyon.
Maç li stada Bayernê li Allianz Arenayê bû. Golên Bayernê Gnabry (2 heb) û Musiala avêtin. Tekane gola Dortmundê Emre Can avêt. Bi vê yekê berî lîg bi dawî bibe bi 3 hefteyan pûanên xwe derxistin 75’an. Borissia Dortmund di rêza duyemîn de xwedî 63 pûanan e.
Bayern Munihê bi vê şampiyoniyê rekora dinyayê şikand. Heta niha rekor di destê wan û Juventusê de bû ku bi ser hev de 9 caran bûbûn şampiyon, bi vê Bayern Munih bû 10 caran ser hev de dibe şampiyon û rekora Ewropayê girt destê xwe.
Li aliyê din bi vê yekê re bû 32 caran Bayern Munih li Almanyayê dibe şampiyon.


