QAMIŞLO
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ku li rojavayê Kurdistanê xebatên çapemeniyê didomîne ragihand ku ew bûye endamê Federasyona Rojnamegeriya Erebî ya Navneteweyî.
Navenda Federasyona Rojnamegeriya Erebî ya Navneteweyî li Brîtanyayê ye. Gelek sendîkayên rojnamegerî endamên wê ne. Federasyonê ragihandiye ku piştî 2 mehên şopandinê wan YRA wekî endama daîmî qebûl kiriye.
Serokê Yekîtiyê Nasir El Selamonî gotiye ku YRA’yê peymana protokola tevlêbûnê îmze kiriye û dê çend rojên din were aktîfkirin.
El Selamonî da zanîn ku dê hemû bawernameyên perwerdeyê yên YRA′yê werin erêkirin û dê li ser wan bawernameyan îmzeya yekîtiyê û YRA′yê hebin.
EV FEDERASYON JI KÎJAN SAZIYAN PÊK TÊ?
Federasyona Rojnamegeriya Erebî ya Navnetewî ji Sendîkaya Rojnamegerên Kuweytê, Saziya Rojnamegerên Lîbyayê, Saziya Rojnameger û Rewşenbîrên Iraqê, Yekîtiya Rewşenbîrên Ereb, Sendîkaya Rojnamegeriya Dozgeriyê li Morîtanyayê, Yekîtiya Rojnameger û Nûçegihanên Cezayîrê pêk tê.
YRA'yê bi ser hesabê xwe re agahiya endamtiyê eşkere kir û diyar kir ku di rojên pêş de dê agahiyên berfirehtir belav bike.


