DIRBÊSIYÊ
Alîkariya mirovî ku ji aliyê welatiyên bakurê Kurdistanê û rêxistina Mîdîko International a Almanî ve hatibûn ÅŸandin, gihiÅŸt rojvayê Kurdistanê.
Alîkariyên mirovî ku ji aliyê welatiyên Bakurê Kurdistanê û rêxistina Media International a Almanî ve hatibûn ÅŸandin, di Deriyê Sînor ê di navbera Dirbêsiya Bakur û ya Rojvayê Kuristanê de derbasî bajarê Dirbêsiyê yê Rojava hatin kirin. Alîkarî ji aliyê Komîteya Xizmetê ya Desteya Bilind a Kurd ve hat wergirtin.
Endamên komîteyê diyar kir ku alîkariya ji ard, savar, ÅŸekir, rûn û hin pêdiviyên tenduristiyê pêk tê, bi 10 qamyon û 3 wesayîtên biçûk gihîÅŸte Dirbêsiyê.
Endamê Komîteyê Fehed Ebdo destnîÅŸan kir ku Komîteya Xizmetan dê piÅŸtî 27'ê berfanbarê alîkariyan li hemû herêmên rojavayê Kurdistanê li malbatên xizan belav bike.
Ebdo spasiya kurdistaniyên ku alîkarî ÅŸandine û rêxistina Mîdîko International kir.
ANHA