SELÎM BEREKAT
WERGER: EBDELAH ŞÊXO
HÎM:
BÛGINVÊLIYA: -
Gula bûginvêliyayê gula herî seyr e dema ku tê li ber mirinê. Her guleke dî diçilmise, ziwa dibe, diqurmiçe û diperpite. Ev rûdan jî di çaxê hilweşîna wê de diqewimin, bi rêya taybetmendiya raqetîna wê ji şîrika adandêr ve, çi bi dembazî, çi bo zorê. Tenê gula bûginvêliyayê wekî xwe dimîne; hem li ser rengê xwe dimîne û hem raçandina xwe diparêze. Tu dibêje qey ew ne rehek e, lê belê caw e!
Ma gelo qey ziwabûnê bi ser nîgaşa wê de girtiye, û ew veguherandiye gulek e ku bûjena mûmyekirina wê tê de ye?
Gulin ku rehek wan di wêneyê amûra ku demê çak dike, d'afirîne.
- SENDELÎ:
Ji dema ku sendelî weku ramanekê di korahiya texteyê de rabûye; sendelî di nava mildanan de pîr dibe.
- QEŞENGÎ:
Qeşengî kavil e di rêya pîşeyê de, kesên ku dikarin xwe ram bikin li ser hilgirtina wê dema ku herifî be, lê xwedî derdikevin.
Qeşengî westîna tiştê bêsînor e.
ÇILŞO: -
Gera vegerandina cilan ji hilmên xwe re piştî xayîzbûneke dirêj li ser laşan.
- SÎWAN:
Tu xemrevîn e sîwanê: hêlîneke teqlebûyî; mirovin firindeyî li ser hêkên siyê dilîsin.
- SOND:
Ez bi bavpîran sond dixwim, bi galiskeyên wan, bi şevê, bi perjînan, bi pencerêyan, bi kundiran, bi zinaran, bi xweliyê, bi poşmaniyê, bi paqijê cadûbûyî, bi qiraseyê, bi terazûyê, bi daralayê, bi qelebalixê, bi murekebê, bi qelşan, bi bûseya dîtbar, bi razepeyvê, bi çeteyan, bi boraqên mercanî, bi şabaşê, bi debanê, bi şeypûrê; ez ta pêdawiyê sond dixwim.
- XWELÎDANK:
Totika xweliyê.
- DAR:
Ew dara şeftalûyan e, lê ji wê werê ku ew dara hêjîran e. Bi baldarî guhdêriya wê bike, çimkî ew şermende ye.
- Çiya:
Parçe-ewrek e, yê dûr dizane çawa wê bi şekirkên keviran ber bi xwe bikişîne.
- XWELÎ:
Saxlemiya şêweyê ye di vegerîna wê bo pêvajoya naskirî de.
- POŞMANÎ:
Taybetmendiyên hêzê dema ku digihêjin pileya nezaniyê.
- GUNEHBARKIRIN:
Cihek cihekî gunehbar dike bi vedîtina demeke bêjî.
Demek demekê gunehbar dike bi vedîtina cihekî bêjî.
- AGIR:
Ma dê çi be heger ne ew bi xwe be?
- RONGEH:
Bizava hundir ya yeksankirina xwe bi derve re. Yan ew: morîkek e di tizbiya tarîtî de.
- BÊSÛD E:
Her ku yê kor derdikeve kolanê, sibeh pê diterpile.
- RAVEKIRIN:
Qedeha didoyan ya çayê ravekirinek e ji ya yekê re.
- ŞÊWAZDAN:
Yên ketî derdikevin, û kuştî; leheng û rêder; bextiyar û derbexwarî; mirîşk û şahbaz; girav û newal; dar û qûm; ewr û bajar; roj û zeviyên garisan; kewar û xwêgeh; kerxane û kon; birc û bereyîşk; jin û asêgeh; zêr û av; - Ev hemû ji romanê derdikevin, ji rûpelên wê yîn reşkirî; hewa jî derdikeve.
Naverok vala ye, yê daner xwe ji peyketina murekebê tê de vedişêre.
- BIRÛSK:
Xêza zîvîn ya harbûyî di valahiya xwe de. Xelmaşiyek. Xewnerojkek di nîgaşa ezmên de.
- DÎWAR:
Bihîsyarê dalanan qerwelkan weku minminîkan dide hev. Zexm e û yên din baskên wî ne.
- DARA BÎŞENGÊ:
Xwe li ser textê rengî ji hêlekê teqle dike hêla dî. Zirîç e, şînahiyê ew di nava agirê xwe de pişaftiye. Qurmê wê banga arandinê ye, û belgeyên wê çenteyên hewayê ne.
- BERBANG:
Çêkirina şevê bi rêya amûra sibehê ve.
- SINDOQ:
Terazûyek bê tibab e. Du tayên ji tarîtiyê û rakereke tewş. Kelûpelan bi zavên xwe tawanbar dike.
-NIMÊJ:
Çola ku piştî wê çolek heye ku girêdayî bi gumbedine ku piştî wan çolek tê, û piştî wê çolê qumbedine girêdayî bi matmayîna xwe ve, tên.
- ZINAR:
Ew encama teqlebûn û wergerîna li ser xwe ye. Azad e di girtîgeha asê de. Derbaz dibe û derdikeve da ku tunebûnê bi şûnên hebûna wê bigewijîne.
- NAV:
Tîrbûnên nîgeran gava ku lêbihurîna xwe ji jibîrbûnê dixwazin, û di vê rêyê de bexşana xwe ji rastiyên bîrdizgînkirî hildidin jê re.
- QOÇEK:
Peykerên westîna nenas.
- HEYÎN:
Wêneyin dikevin sukira hevûdu di pevçûnê de. Gêleşokeke kevnarane ye di dalanên kanzayê de.
-PESNDAN:
Dariştinek e ku her tişt pê dilîze.
-QIÇÎN:
Mêşa hingiv qertafê ji ardekî germ distire.
- GALISKE:
Tîqetîqa hevêrkeyê di rêveçûna xwe de.
- PIRTÛK:
Miletekî peyvîn e, lezê dide parvekirina nîvnîvî bi mafekî lezok re.
- DIYAR:
Tekûziya hemdemiyê û kutahiya tomarkirina teqezkirî.
- ŞEWAT:
Tiştê ku min ji te mijûl dike negerîne da ku tu nebe gelac.
- SERSARÎ:
Bi pûşildariyeke mezin dilê qurtalbûnê bi xwe dişewitîne da ku li derî nede.
- CILIK:
Dîwareke dî ye, bi hinavên xwe girtiye ji tirsa ku ji dirînên rengê birijin.
- XWEZA:
Pêlekanek e, û dest spartekên wê ne ber bi rapêçeka şaşgehê ve. Her hewqek berbestek tê de ye.
- BAJAR:
Mêzeyek e ku çil lalîk ji çingoyê li ser hene, çil sim ji simên pezkoviyan tê de ne, li gorî rêbazên pijînerên bêçewtî hatine pijandin.
-GENGEŞÎ:
Talanek bi dilxwazî ye. Yan: ew tiştê ne teqezbûyî ye dema ku hêrsok be.
-TIRŞEMENÎ:
1- Destpêk, her dem, pêyek e ku dawî pê dimeşe.
2- Tenê yê zêrker raza zêrê berbelav nizane.
3- Tu min tawanbar bike, ev tê wateya ku tu ji bîr bike bê ka tawanbarkirin çi ye.
4- Tu firişte ye, hîç na; her du baskên te yîn pelixandî di bin sakoyê te de li te mikur tên.
5- Hêvî helbestvanekî qelsok e ku bêhêvîtî wî han dide.
6- Rêlê bi dar û siyên xwe te weku berdevk ji xwe re girt da ku tu pesnê wê bide, îcar tu hat û te ez weku qûmê vegerand çolistanê.
7- Her dergehek xwedîtiyeke aşkerekirî ye, û her xwedîtiyek lêdanek e li ser dergehan.
8- Bingeha tiştekî bizirbûna wî ye.
9- Wey li te; çavdêrgehên te li nava hemû peyvan hene, ji ber vê yekê wate xwe ji te vedişêre.
10- Peyvan veşêre, dê wate bi şavêrî derbaz bibe.
11- Bi lepikekî ji kefavê kevir silavan li avê dike.
12- Ka nîgaşa xwe şanî min bike da ku ez wêneyê xwe yê duyem ji nîgaşa xwe re hilbijêrim.
13- Mey mizgîndêr tirî ye ji berzeyan re.
14- Tarîtî şorbeya bêdawîtiyê ya stewiyayî ye li ser agirê ronahiyê.
15- Te gellek barên xwe yên giran avêtin ser milên min ey tozê.
16- Zeyteke rehekî rehekê dide peyivandin da ku li xwe mikur bê.
17- Ez û tu; tu û ez …HD, em ji wî re û ji wê re; ji wê re û ji wî re …HD, berxweş bikin, da ku çi tiştê ku dixwazin ji kêmaniyên bijareyê, bikin.
18- Tu fêre di tiştê tekûz de tuneye.
19- Her bijî çiyayo. Te ez xelat kirim dema ku tu li milê min rawestiya.
FERHENGOK:
- Bûginvêliya: rehekeke kepirkî yî amerîkayî ye.
- Şîrik: ava ku ji darê derdikeve di dema birrîna wê de.
- Adandêr: xwarindêr
- Dembazî: dembihurîn; demderbazbûn.
- Mildan: rambûn; rajêrbûn; bihîstyarî.
- Perjîn: perjan; dîwarê ku li dora avahiyekê, baxekî, rezekî…HWD, ava dikin.
- Sendelî: kursî; rûniştek.
- Qirase: qirnaxse; beraze; giraste; manîvela.
- Darala: Stûnalaya ku di nîvê keştiyan de hildidin.
- Boraq: bor; qurban; nedir; nezir.
- Deban: di şûr, kêr, xencer …HWD de, cihê hesinî.
- Şeypûr: borîzan.
- Totik: hewn; hiş; aqil.
- Rongeh: şewqgeh; minare.
- Şeftalû: şeftalî; xox
- Şêwazdan: Dariştin; lihevanîna wêjeyî.
- Rêder: nelirê; dijber.
- Bereyîşk: agiravêj; keviravêj; çimçîr; mencenîq.
- Zirîç: risas(kanzayek e).
- Ta: hevêsa terazûyê; kefa terazûyê; tasika terazûyê.
- Zav: rêbaz; mezheb.
- Gumbed: qube;qubeya mizgeftan; gomiz; gomez; gombeze; boşe.
- Arandin: niçandin;geşkirin;germkirin(ji hêla zayendî ve);navtêdan.
- Bigewijîne(Gewijandin):pevguhertin; berdêlkirin; alegorandin(alegorkirin); serbiserkirin.
- Qoçek: şeypor; pêramîd; herem.
Gêleşok: nawirte; apore; eçiqîn (eçqe); hêleman û qelebalix û nasazî. -
- Qertaf: hingivê herî taze û nû.
- Pûşildarî: edebdarî; sincdarî.
- Dariştin: darêjtin; lihevanîn.
- Qiçîn: kelkela nîvrojê; germa sincirî ya havînê.
- Galiske: erebeya ku hesp wê dikişînin; galîske; gart; garî.
- Qurtalbûn: rizgarbûn; xelasbûn.
- Cilik: ber-ik; merş-ik; ferş-ik; raxistek.
- Parvekirina nîvnîvî: parvekirina bi nîvî; nîvkarî; parvekirina bi nîvekî.
- Rapêçek: sûr.
- Şaşgeh: alozgeh; labîrent.
- Hewq: derince; pîle; pêlik.
- Berbestek: bend; asteng.
- Mêze: mase.
- Çingo: tûtya(kanzayek e).
- Lalîk: berkeş; sênîk.
- Bizirbûn: neamadebûn; nehazirbûn; berzebûn.
- Şavêrî: bedgivêrandin; beddehandin; epişîn.
- Rehek: riwek; helez.
- Fêre: hîne; îbret.
Rajal-k@hotmail.com
e-shekho@hotmail.com
***
Wergerên din ên EBDELAH ŞÊXO yên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Biyotîk: Dîrok, komele û zagonên wê
- KINC JI RÛYÊ RE TUNE YE