Diyarname
Hevşaredarê Amedê Firat Anli ligel Hevşaredar Gultan Kişanak di 25'ê kewçêra 2016'an de hatibû binçavkirin û di 30'ê mehê de hatibû tewqîfkirin. Di danişîna îro de Anli hat berdan.
Danişîna Doza Anli û 50 kesên din îro li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran çêbû. Di dozê de 4 kes girtîne. Anli ji Dadgeha E Tîpî a Elezîzê bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû, 3 kesên din anîbûn dadgehê. Ji dozê Anli û Abdullah Bal bi şertê "qontrola edlî" hatin berdan û doz ji bo 27'ê rezbera 2017'an hat taloqkirin.

Hevalên Firat Anli çûn pêşiya girtîgehê û ew pêşwazî kirin...