Diyarname
Pêşengeha Pirtûkên Kurdî ya Batmanê didome û panelên wê jî. Di pêşangehê de îro panela bi navê "Têkiliya helbesta klasik û helbesta modern" hebû. Di panela ku Weşanên Bêjingê organize kir de, moderatoriya wê Kamûran Demîr kir û Dilbirîn Dilo wekî axifger beşdar bû.
Helbestvan Dilbirîn Dilo di axaftina xwe de got, "Wêje, ji roja ku deng heye dest pê dike û dê heta mirovahî hebe jî wê bidome" û wisa dom kir, "Dengê xwezayê bi xwe wêjeyekê di hundirê xwe de dihebîne. Heta ser rûyê erdê kesek jî nemîne dê dayîkek ji zarokê xwe re bilorîne: ev jî wêje ye."
WÊJEYA DEVKÎ, EHLÊ HEQ
Dilo bibîr xist ku berî "gotinên xwe li ser axaftina wêjeya nivîskî bikin divê em behsa wêjeya devkî bikin ku ew jî, ji bilî klamên dengbêjan xwe digihîne baweriya ehlê heq û êzdayetiyê" û got, "Baba Tahirê Uryan ku wekî ewilîn kesê nivîskar tê zanîn jî di bin bandora baweriya yaresanî de berhmên xwe lê kirine. Qewl û beytên êzîdiyan ku nehatine nivîsên bi devkî hatine gotin û ew jî wêjeyeke/poetîkayeke taybet di hundirê xwe de dihewîne."
'MODERNÎZM BI MEM Û ZÎNÊ DESTPÊKIR'
Li gor gotina Dilo piştî sedsala 16'an ku mîrektiyên kurdan geş bûn, medrese hatin avakirin û kesên ku ji medreseyan derketin jî di bin bandora erebî û farisî de hatine nivîsîn, ev yek jî taybetiya gelên rojhilat in û ev yek lê zêde kir, "Bi min modernîzm bi Mem û Zîna Ehmedê Xanî dest pê dike lewra ewilîn car wî di berhema xwe de netewperwerî wekî hêmayekê bi cih kiriye. Em dikarin destpêka edebiyata modern bi hawarê bidin destpêkirin ango keda nifşê hawarê ji bo wêjeya kurdî ya modern bêhempa ye. Û em dikarin di heman demê de bibêjin destpêka wêjeya modern a kurdî wêjeya sirgunê ye jî, lewra nifşên hawarê hemû sirgûn in."
DU HELBESTVANÊN DI NAV PIREYA KLASÎK Û MODERN DE
Dilbirîn Dilo bibîr xist ku, "Ez du kesan wekî pireya di nava wêjeya klasîk û modern de dibînim, Seydayê Cegerxwîn û Arjen Arî" û wisa got, "Cegerxwîn bi terza klasîk lê bi hêmayên modern dinivîse û Arjen Arî jî bi terza modern lê bi hêmayên klasîk dinivîse."
Pirtûka helbestan a Dilbirîn Dilo kurtedemek berê ji Weşanên Bêjingê derket. Dilo li ser pirtûka xwe jî got, "Ez dikarim ji bo berhema xwe Senfonîka jî bibêjim ku berhemeke di rêça helbestên Cegerxwîn û Arjen Arî de hatiye nivîsîn. Bi şêwaza serbest lê bi hêmayên mîstîk/menewî hatiye lêkirin."
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Dilsoz: Tu nikarî xwendevanê xwe bixapînî
- Fûara Kitaban a Batmanî dest pa kerd
- Pirtûk û nivîskarên kurdî diçin Batmanê (va ye hemû bername)


