Diyarname
Rêveber û endamên Komeleya Nivîskarên Kurd gihîştin ber deriyê Sînor ê Dirbêsiya Serxetê lê hê jî destûr nedane wan ku derbas bibin.
Vê serê sibê 15 rêveber û endamên Komeleya Nivîskaran ji bo herin Rojava ji Amedê ketin rê û gihîştin ber deriyê sînor ê Dirêsiya Serxetê. Nivîskar ev bi saetan e li benda destûrê ne ku derbasî aliyê Rojava bibin.
Rawestina nivîskaran a li ber derê didome. Ji bo destûrê serî li Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê dane lê hê destûr negirtine.
***
Nûçeya eleqedar:
- Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd diçin Rojava


