Diyarname
12 tîmên mezin ên Ewropayê biryar dabûn ku "Lîga Super a Ewropayê" (LSE) ava bikin lê wisa diyar e proje bi ser neket. Biryara nû: Dê ji nû ve bifikirin.
Tîmên Arsenal, Manchester United, Chelsea, Liverpool, Manchester City, Tottenham Hotspur, Milan, Inter, Juventus, Atletico Madrid, Barcelona, Real Madridê biryar dabûn ku lîgek cuda bi navê LSE ava bikin. Li hemberî vê yekê gelek bertek çêbûn. Hê hefteyek bi ser vê biryarê re derbas nebû tîmên di nav de bi paş ve gav avêtin.
Ji tîmên li navê Manchester United, Liverpool, Manchester City, Tottenham Hotspur, Chelsea û Arsenal biryar dan ku ji lîgê vekişin. Atletico Madrid û Interê jî roja 21'ê mehê biryar dan ku vekişin.
Serokê Liverpoolê yê amerîkî John W Henry twitek belav kir û ji klûbê, teknîk dîrektor, lîstikvan û alîgirên klûbê lêborîn xwest ku çima di nav tiştek wisa de cih girtiye.
55 federasyonên endamên UEFA'yê bi yek dengî daxuyaniyeke belav kirin û hewldana LSE'yê şermezar kirin.
AP'yê nûçeyeke belav kir û got ku rêveberiya LSE'yê diyar kiriye ku tîmên îngilîz di encama zor li wan kirinê de bi paş ve gav avêtine û wisa gotiye, "Divê statuya niha biguhere. Proje dê ji nû ve bê çêkirin, şiklek nû emê bidin û wisa gav biavêjin."
Di encama 48 saetan de wisa diyar e niha dê LSE raweste, lê hewldanên cuda dê hebin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Ev 'Lîga Super a UEFA'yê çi ye? Va ne hemû agahî