logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

DBP: Her 3 jinên siyasetmedar bi îşkenceyê înfaz kirin

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek da zanîn ku dewletê dizanibû ku her 3 jinên Kurd ên siyasetmedar sivîl û birînda

  • Dîrok: 06/01/2016
  • Beş: Nûçe

AMED

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek da zanîn ku dewletê dizanibû ku her 3 jinên Kurd ên siyasetmedar sivîl û birîndar in û tevî hemû hewldanên wan her 3 jin hatine înfazkirin û got: "Dema we xwe gihand van kesan birîndar bûn û we bi îşkenceyê qetil kir. Waliyê Şirnexê hevalên me yên birîndar qetil kirine."

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Kamuran Yuksek û Emîne Ayna, der barê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin, Endama PM'ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayîr û Aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar de, li avahiya Navenda Giştî ya DBP'ê civîna çapemeniyê lidarxistin. 

Hevserokê Giştê yê DBP'ê Kamuran Yuksek, destnîşan kir ku ji meha Tîrmehê heya niha 215 sivîl ji aliyê dewleta AKP'ê ve hatiye qetilkirin û got "Em bi hikumeteke kujer re rû bi rû ne." Yuksek, der barê qetilkirina 3 siyatmederan jin ên Kurd jî agahiyên girîng ên ku destnîşan dike ku hatine înfaz kirin, bi raya giştî re parve kir. 

Yuksek da zanîn ku dema endama PM'yê Sêvê Demîr û koma li gel wê xwestine ji Taxa Karşiyakayê derbasî Taxa Yeşiltepeyê bibin rastî êrîşê hatine û wiha axivî: "Dema derbas dibin ji aliyê leşker û polîsan ve têne gulebaran kirin. Ev kom 8 kes in. Ji nav komê hevalekî me yê birîndar di saet 19.35'an de li hevserokê me yê navçeyê digere û dibêje ew birîndar in. Me jî ev agahî bihîst û em ketin nav hin hewldanan. Em bi riya Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken re, bi Wezîrê Karên Hundir û Musteşarê Cemaweriyê re ketin têkiliyê. Ev hevdîtina me saet di 21.30'an de pêk hat. Piştî hevdîtinê, rayedarên ku li me vegeriyan diyar kirin ku li rayedarên herêmî geriyane û rewşek bi vî rengî tune ye, herêma ku tê behskirin herêma pevçûnê ye û daxwaza me hate rekirin. Ji me re gotin tu sivîl birîndar nebûye. Ev rewş bi saetan berdewam kir. Saet derdora 01.00'an de ambulansa şaredariyê diçe û cenazên 3 hevalên me yên jin digire. Di nav vê demê de we çi kir?"

'Bi îşkence hatin qetilkirin'

Yuksek da zanîn ku raporên otopsiyê yên her 3 jinên siyasetmedar di destên wan de ye û wiha berdewam kir: "Ev hevalên me di wê rewşê de ne ku rûyê wan nayê nasîn, teşhîsa wan nayê kirin. We çi kir? Nexwe dema we xwe gihand van kesan birîndar bûn û we bi îşkenceyê qetil kir. Waliyê Şirnexê hevalên me yên birîndar qetil kiriye. Rastî ev e."

Yuksek, di dawiya axaftina xwe de bi van gotinan banga berxwedanê li gelê Kurd kir: "Ez bang li her bajar, navçe, gund û bajarokan dikim ku bertek nîşan bidin. Êdî dem e ku bu berxwedanekê bêdem û giştî ev were rawestandin. Ez bang li hemû saziyên demokrat dikim ku li hemberî hikumeta faşîst eniya demokrasiyê ava bikin."

Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna axivî û got tespîta nasnameyên her 3 jinên Kurd, 2 rojan ajotiye. Ayna da zanîn ku deriyê morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku cenaze anîne ji aliyê tîmên taybet ve hatiye qefilkirin.

Ayna got ku derbarê merasîma cenazê her 3 siyasetmedarên jin bernama hê nehatiye zelal kirin û ew li bendê ne ku malbat werin û bi wan re zelal bikin. 

Piştî daxuyaniyê rêvebirên DBP û KJA'yê ji bo cenazeyan çûn Şirnexê. Tê payîn ku cenaze bînin Amedê. 

 

KJA: Emê şînê negirin

Her wiha KJA'yê (Kongreya Jinên Azad) ji bo her sê siyasetmedarên jin daxuyanî da û got: "3 kulîlkên me yên azadiyê hatin qetilkirin."

Endama Koordînasyona KJA'yê Sara Aktaş diyar kir ku ewê şîn negirin û wiha axivî: "Di asta herî bilind de, bi çalakiyên herî radikal emê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Dikarin sê kulîlkên ji darên wan biqetînin lê nikarin hatina biharê asteng bikin. Nikarin hatina azadiyê asteng bikin."  

DÎHA

**

Nûçeya eleqedar:

- 3 jinên kurd hatin kuştin

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Firat: Pirsgirêka HDP'ê ya sedî 15'an heye

ad

Gotinên min li ser lîsteya pirtûkên ku nivîskaran pêşniyar kirine

ad

Temo: 'Min ji Xorasanê nameyek giran anî'

ad

'Tartuffe' vê carê li Mêrdînê tê lîstin

ad

Şaredarê Îdirê Guneş hat girtin

ad

Komîteya Ekolojiyê ji bo Ercîşê bangek kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname